Mertalên zindî bi biryar sînorê welatê xwe diparêzin

  • 16:45 23 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên li Konên mertalên zindî li gundê Qeremoxê di roja 7'emîn de û li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qinê jî di roja 5'emîn de berdewam dikin.
 
Li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiya yeketiya Demokratîk(PYD), MLKP yên li  taxên şehîd Moro, Şehîd Peyman û taxa Botan şerqî yên Kantona Kobanê, îro çalakiya konên mertalên zindî ya gundê Qeremox yê girêdayî gbajarê Kobanê dewir girtin. Her wiha li gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qinê jî îro mamosteyan nobeta mertalên zindî dewir girtin.  Herwiha Kongreya Star jî îro serdana Konê mertalên zindî yê gundê Ziyaretê kir. Di dema dewirgirtina nobetê de li herdû gundan axaftinên dewirgirtina nobetê hatin kirin.
 
Li Gundên ku malovaniyê ji konên mertalê zindî re dikin, rojê sê dayik bi awayê dildar xwarinê ji çalakvanan re çêdikin. Dayikên ku xwarinê çêdikin wiha hest û kêfxweşiya xwe anîn ziman: "Em weke dayik di hemû deman de amede ne ku xizimeta welat û şervanên xwe bikin. Îro jî li gundê me konê mertalên zindî hatine vedan û gel ji her deverê Kobanê tê di konan de nobedariya welatê me û axa me dike. Em jî her roj bi dorê 3’ê jin ji gund tên ji wan re xwarinê çêdikin, zilam, zarok û ciwan xizmeta konan dikin. Em hemû kêfxweş in ku gelê herêmê û Kobanê bi hev re li vir bi me re sînorên welatê me diparêzin."
 
Çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Kobanê didomin.