Rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê yên li Qersê hatin binçavkirin
- 10:50 23 Tîrmeh 2019
- Rojane
QERS - Polîsan serê sibêhê li Qersê bi ser malan de girt û rêveberên ÎHD û HDP'ê di nav de 4 kes binçav kirin.
Li navenda Qersê serê sibêhê polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtina malan de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Qersê Guldane Kiliç, rêvebera HDP'ê Nuriye Erkmen, encûmena Şaredariya Pazarcixê Munevver Subaşi û Hevserokê HDP'a Qersê yê berê Îdrîs Agbaba hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Qersê. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn.