Feyrûz Demîr ji Mexmûrê: Nizanim PDK çi ji me dixwaze
- 10:40 23 Tîrmeh 2019
- Rojane
MEXMÛR - Piştî êrîşa li hemberî dîplomatên Tirk, li Mexmûrê gelek ciwan hatin binçavkirin. Aqûbeta 4 kesên ku ji hêla PDK'ê ve hatin binçavkirin nayê zanîn. Dayika Hejar Demîr Feyrûz Demîr, ji rewşa tenduristiya kurê xwe bi fikar e û got: "Nizanim PDK çi ji me dixwaze."
Di rojên borî de li restoranta li Hewlerê li hemberî diplomatên Tirk êrîşek pêk hat û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) avêtin ser malên ciwanên wargeha Mexmurê. Piştî pêla binçavkirinê carek 16 jinên ciwan û carek din jî 5 kes hatin binçav kirin. Piştî demek 16 ciwanên jin serbest hatin berdan û di nav 5 kesan de jî kesek hat berdan.
Hat diyar kirin ku jinên ciwan ku li wargeha penaberan a Mexmurê diman ji bo debara malên xwe li Hewlerê dixebitin. Her wiha hat gotin ku di nav jinan de jinên ku bi tirkî diaxivîn jî hebûn. Niha di nav 4 kesên ku hatin binçav kirin jineke ciwan jî heye. Her wiha niha aqubeta kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn. Her wiha di nav kesên ku hatî binçavkirin de ciwanê bi navê Hejar Demîr ji heye, Hejar dema diçû nexweşxaneyê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin.
'Em ji rewşa wî ya tenduristiyê bi fikarin'
Li ser binçav kirina Hejar Demîr dayika wî Feyrûz Demîr ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa kurê xwe û wiha got: "PDK tişta ku dike û me sûcdar dike. Hejarê min ji bo nexweşxanê çûbû Hewlerê. Dayik û bavê wî ji li gel bû. Di dema vegera wargehê de ji aliyê hêzên PDK’ê ve ligel ku emeliyat kiribû ji tê binçav kirin û dibin asîşa Hewlerê. Heya îro nahêlin em bi lawê xwe re hevditînê bikîn û sedema binçavkirina wî ji mere na yê gotîn. Ji ber rewşa wî ya tendurîstiyê em pir bi fikarin.”
Dayika Hejar, Feyrûz Demîr di derbarê kiryarê asîşa PDK’ê de wiha got: “Nizanim PDK çi ji me dixwaze. Ev çend roj în rê li ser wargeha penaberan a Mexmûrê girtine. Nahêlin karker biçin ser kar. Jinên ciwan yên li Hewlerê kar dikin girtin, nahêlin em biçin nexweşxaneyan. Bi salane em li vir dijîn û rêya me ya hatin û çûyîne qedexekirin."