Pispor Seher Dere Ulgen: Ne nexweş în sûcdar in

  • 09:04 23 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Pispora Xizmetên Civakî Seher Dere Ulgen da zanîn ku kesên ku sûcê ensestê pêk tîne ne nexweşin sûcdar in û got: “Divê zorak bên perwerdekirin û kesên pisporên mijaran bi bûyeran re eleqedar bibin.”
 
Li Tirkiye û cîhanê heta niha der barê îstîsmara zayendî ya di nava malbatê de (ensest) lêkolînên  hêja nehatine kirin. Lê her ku diçe hejmara ensestê zêde dibe. Pispora Xizmetên Civakî Seher Dere Ulgen li Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) wekî şewirmenda malbatê, di Wezareta Tenduristiyê de li gelek bajaran xebat meşandiye. Her wiha di Midûriyeta Giştî ya Pirsgirêk û Statuya Jinan de jî mijarên şîdeta li hemberî jinan de xebat daye meşandin. Seher der barê ensestê de nêrînên xwe bi ajansa me re par vekir. 
 
‘Îstatîstîkan aşkera nakin’
 
Seher, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tunebûna îstatîstîkên li Tirkiyeyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiye û cîhanê derbarê ensestê de îstatîstîk nîne. Ji ber ku malbatê eleqedar dike, malbat li ser bûyerê digere. Her wiha Wezareta Tenduristiyê û ÇÎM daneyên di destê xwe de ji raya giştî re aşkera nakin. Nirxandin û axaftina li ser ensestê ne ev qas hêsan e. Hêla wê ya travma û hiqûqî heye. Tişta ku tê ditin rastiyê nîşan nade.”
 
‘Ensest li her civakê pêk tê’
 
Seher, bal kişand ser ensestê ku tên jiyin û wiha pê de çû: “Li herêmên cuda, di nav her civakî de, civaka ku asta perwerdê bilind be jî ensest tê dîtin. Berê ensest di nav malbatê de kesên ku herî nêz ve pêk dihat, lê niha kesên ku bi rêya zewacê tevlî malbatê bûyî wekî zava, jinbav, zirbav û bira we îstîsmara zayendî pêk tê û ev tişt wekî ensest tê qebûlkirin. Sedema zêdebûna îstîmara zayendî hene. Xizanî, malbatên qelebalix, zarokên karker û zarokên bê kontrol li kolanan dilîzîn bi îstîsmarê re rû bi rû dimînin.”
 
‘Ne nexweş în sûcdar in’
 
Seher, bal kişand ser kesên ku îstîsmarê pêk tînin û da zanîn ku ev kes ne nexweşin û wiha got: “Ev kes bi zanetî êrîşa zayendî pêk tînin.  Ez bi mexdûran re xebitim û dizanim ku êrîşkar ne nexweşin û ji bo hesta hîskirinê êrîş dikin. Dema Em bibêjin nexweşin dê wê demê sûcê wan sivik bê dîtin. Gelek malbat ji bo zarokên xwe yên keç dibêjin malê min e û gelk rehet dikare îstîsmar bike.”
 
‘Êrîşa zayendî bandoreke neyînî li zarokan dike’
 
Seher, da zanîn ku zarokên di temenê wan di nabera 0 û 18’ê salî de dibe ku bi êrîşa zayendî  re rû bi rû bimîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema êrîşa zayendî de, êrîşa tê kirin bandora neyînî dike. Bandor dibe ku di heman demê de dernekeve holê piştî demek bi pirsgirêkên hest û nêzîkatiyên cuda derbikevin holê. Zarok heke biçûk bê wekî pitikan dibe ku biaxife, çend perwerda tuwaletê hatibe dayîn jî di binxwe de dike. Dema lîstîkan de dibe ku gotinên zayendî bi kar bîne. Dikare xew lê biherime. Zarok bêdeng dimînin û qala mirinê dikin. Dema mezin dibe dixwaze ji malê dûr bikeve, helwesta întîxarê nîşan dide, zirarê dide bedena xwe û bêkontrol tekiliya zayendî pêk tîne.  Dema ev nîşane hebin dibe ku zarok bi ensestê re rû bi rû mabe. Zarok, bi hezkirin, mizdan, maçkirina tên hezkirinê û bi vî rengî êrîşa zayendî li wan tê kirin.”
 
‘Divê zarok bên perwerdekirin’
 
Seher, bal kişand ser perwerda zarokan û wiha got: “Divê di serî de zarokan baş fêm bikin û bizanin ku dê zarok çawa bên parastin. Tişta herî girîng jî perwerdekirina zaroka ne. Dibe ku her kes êrîşa zayendî  bike, li dijî wê divê perwerdeya ‘Destdayîna bi niyeta baş û bi niyeta xirab’ bê dayîn. Divê zarok bikare xwe biparêz e. Heke zarokek rastiyê nabêje bizanin ku li vir pirsgirêkek heye. Her wiha dema bûyerên bi vî rengî pêk hatin divê em serî li cihên eleqedar bidin. Wekî polîs û dozgeriyê.”
 
‘Zarok bi dehan car bûyerê vedibêjin’
 
Seher, da zanîn ku beriya ÇÎM bên avakirin zarokan bûyerê17 caran dianî ziman û wiha axivî: “Zarok bûyera ku qewimiyê ji mamoste, dayik, qereqol, polîs, şaxa zarokan, parêzer, bijîşk, hemşîre û pisporên xizmetên civakî re vedigot. Ev tişt bandoreke neyînî li ser zarokan dike. ÇÎM li Amerîkayê li ji bo parastina zarokan hat avakirin ku ji bo zarok her demê bûyera ku qewimiyê nebêje û jê bi bandor nebe. Li Stenbolê 4 û bi giştî li Tirkiyeyê ji 38 navend hatin avakirin. Tê armanckirin ku li hemû bajaran navend bên vekirin.”
 
‘Pispor jî kêm in’
 
Seher di axaftina xwe de bal kişand ser kêmasiyan jî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perwerdeya mijarên wekî rehabîlîtasyon û travmayê pir kêm in. Her wiha di hêla personelê de jî pirsgirêk heye. Ji ber kesên pispor kêmin di xebat û raporan de jî kêmasî derdikevin holê. Gelek caran travma di heman demê dernakevin piştî 6 meh an jî 10 sal şûnde jî dibe ku travma derkevih holê.”