Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li dijî gefan di mîtîngê de hatin gel hev

  • 20:26 22 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ- Bi sedan ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Suriyê li dijî gefên dewleta tirk li navçeya Çelebiyê mitîngek li darxistin.
 
Bi aramanca şermezarkirina gefên dewleta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêma Firatê, bajarê Reqa, Tepqa, Dêrezor û Minbicê bi dirûşmeya "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên tirkiyê li ser Sûriyê red dike" li gundê Xirabreşkê yê girêdayî navçeya Çelebî ya bajarê Kobanê, mitîngek li darxistin.
 
 Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Di mitîngê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalit, li ser navê herêma firatê Mihemed Şahîn, li ser navê Partiya Pêşerojê Birahîm Xeftan û li ser navê eşîrên ereban Kerîm Zeîter axavîn. 
 
'Welatê xwe ji dagirkeran biparêzin' 
 
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bêrîvan Xalit axivî û got: "Di serîde em bi xêrhatina gelê herêma firat û Bakurê Suriyeyê dikin. Sedema kombûna me ya li vir ew e ku em gefên dewleta tirk û êrîşên wan bidin sekinandin. Serok komarê dewleta tirk Erdogan dixwaze fitne û tevlîheviyê di nava gelan de bide avakirin û her wiha dixwaze ku van tevlîheviyan di nava hêzên derve de jî bide avakirin. Kombûna me ya li vir dide diyarkirin ku em dikarin welatê xwe bi xwe biparêzin û hêza me dide diyarkin. Ez bang li  gelê me dikim û bi taybet jî bang li yên ku niha li derveyî welat in û dibêjim werin em bi hev re bibin yek û welatê xwe ji dagirkeran biparêzin."
 
'Em dikarin bi hêza xwe welat û axa xwe biparêzin'
 
Li ser nave gelê herêma firatê Mihemed Şahîn axivî û ev tişt got: "Îro kombûna me ya li vir hêz û cesareta me dide diyarkirin. Bê guman kombuna me ya li vêderê nayê wê wateyê ku em alîkariyê ji hinekan dixwazin. Em dixwazin hêzên ku bi me re li ser axa me dijîn çavê xwe ji rewş û buyerên ku diqewimin re vekin. Em bi hêza xwe dikarin welat û sînorên xwe biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê weke gel bi hev re welatê xwe biparêzin û bi awayek ewle bijîn."
 
'Em ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekhev û azad bijîn'
 
Li ser navê partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Birahîm Qeftan axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wek ku em hemû dizanin plan û projeyên serok komarê Tirkiyeyê Erdogan ew in ku welatê me dagir bike û gelê me li ser axa wî koçber bike. Em rewşa herêma Efrînê bi awayek vekirî û li ber çav dibînin. Îro jî dewleta tirk dixwaze herêmên me tevan weke herêma Efrînê bike. Lê em li vir carek din dixwazin her kes baş bizanibe ku em ê weke gel heta dawiyê axa xwe biparêzin û  em ê li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi awayek wekhev û azad bi hev re bijîn."
 
'Tu hêz nikare me ji hev qut bike û vîna me bişkînê'
 
Li ser navê eşîrên ereban Kerîm Zeîter jî nêrînên xwe anîn ziman û wiha axivîaxivî: "Em weke gelê ereb amede ne ku bi gelê heremê re welatê xwe biparêzin. Bi salane ku em gelên van herêman bi awayek wekhev bi hev re dijîn. Ji niha û pêde jî wê tu hêzên destihiladar nikaribin me ji hev qut bikin û vîna me bişkênin. Em weke gelê van herêman heta dawiyê bi hev re bijîn û em ê bi hev re li berxwe bidin. Hatina me ya gel hev a îro jî ji bo  vê ye."