Leya Guven: Em ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin

  • 19:48 22 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Mîtînga Amedê ya "Aştiyek bi rûmet û Çareseriya Demokratîk a li Qada 5'ê Hezîranê bi axaftinan berdewam dike. Di mîtîngêde Hevseroka KCD'ê Leyla Guven diyar kir ku dema ewil erka xwe pêk anîbûna wê tecrîda li ser Ocalan giran nebûya û gor ku ew ê li dijî dagirkeriyê têbikoşin
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi dirûşma "Ji bo aştiya birûmet çareseriya demokratîk" li Qada 5'ê Hezîran mîtîng li dar xist. Bi hezaran kesên derbasî qada mîtîngê bûn, ji 4 aliyan herikîn qada mîtingê. Girseyên hatin qada mîtîngê di her milekî de 2 caran di nokteyên kontrolê re derbas bûn. 
 
'Rêya Aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe'
 
Di mîtîngê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Gulîstan Kiliç Koçyigît, jî diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê li Pirsûsê, Enqere û gelek qadên din komkujî pêk hatin, li dijî HDP'ê operasyon hatin lidar xistin û wiha got: "Her dem xwestin bi tundî, kuştin û binçavkirinê terbiye bikin. Xwestin Kurdan li Sûriye bi çerkez, suryanî, ermenî û erebên Rojava asteng bikin. Xwestin rê li pêş Şoreşa Rojava bigirin. Ji ber vê yekê heta dawî di şer de israr dikin. Ma ji ber ku ew şer, tundiyê dixwazin em ê bisekinin? Na em nasekinin. Em kesên bêtir bedelan didin emê dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Ma ji ber ku MHP û AKP xwe bi şer xwedî dike em ê dest ji têkoşîna aştiyê berdin? Na em tu carî dest ji têkoşîna aştiyê bernedin. Birêz Ocalan çawa dengê wî li Îmraliyê bilind bû dîsa got aştî. Hemû gelê Cîhanê guh da wî dengî. Ji ber dîsa Birêz Ocalan daxwaza aştiyê anî ziman dîsa dixwazin dengê wî qut bikin. Îro yekem rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe." 
 
Gulîstan, da zanîn ku niha pêvajoyek nû dest pê dike û wiha lê zêde kir: "Yê vê pêvajoya nû li ser esasê aştî û demokrasiyê pêş bixe hûn in. Brêz Ocalan dibêjei 'Ez di nokteya salên 2013 û 2015'an de me' Yanî dibêje 'ez alîgirê aştiyê me. Ez alîgirê yekîtiya gelê Kurd û Tirk im.' Ji me tevan dixwaze ji bo komara demoratîk û neteweya demokratîk lihevkirina civakî em berpirsiyarê bidin ser xwe. Me di 2013'an de şaşî kir. Me hemû berpirsiyarî da ser milê Ocalan. Lê me dît ku aştî bi têkoşîna hevpar pêş dikeve. 
 
'Em ê xebatên xwe baştir pêk bînin'
 
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî derket ser dikê û girse silav kir. Axaftina Gunen wiha ye: Ez bi we serfiraz im. Baş e ez jî endameke ji vî gelî me. Baş e hûn hene. Hevalên ciwan ez çavên we maç dikim. Niha teqeta min zêde tune. Li her derê gelê Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd rabe jiyana xwe danî holê. Di vê rêyê de me 9  hevalên xwe bi rê kirin. Zulkuf Gezen, Ayten Mete, Zehra; Medya, Konca, Firat, Mahsum, Umit ez wan bi rêzdarî bibîr tînim bejna xwe li ber wan ditewînim. Wan rêya Îmraliyê vekir. Peyama Ocalan pir vekirî ye. 
 
Ger ku me xebata xwe rast û baş pêk anîbûya wê tecrîda li ser Ocalan nebûya. Wê girtî azad bûna. Ji ber vê yekê em soz didin ku ji niha û şûnde xebatên xwe baştir pêk bînin. Emê li ber xwe bidin. Bê berxwedan jiyan nabe. Ji bo wê ji em hemû saziyên me hewl bidin, ji bo dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe, aştiyek mayinde derkeve holê emê tev bigerin. Ma ne bes e. Ji bo aştiyek bi rûmet ez tika dikim ku hemû hevalên me baş erka xwe pêk bînin ku em zû bigêjin armanca xwe. Bi taybetî ez ji dayikên me re hurmeta xwe ji dayikan re pêşkêş dikim. Hez bi rêzdarî hurmetê xwe ji hemû gelê me yê ji bajarên herêmê re hatine pêşkêş dikim. Ji ber ez îro dîsa li pêşberî we me ez gelek kêfxweş im. " 
 
'Dawiya vê rêyê aştî ye'
 
Heserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî diyar kir ku ji bo ev welat ji xizanî û xirabûnê rizgar bibe HDP dimeşe. Em ê hemû gel û bawerî di tifaka demokrasiyê de bên gel hev. Ji bo ku tiştên baş biafrînin em ê bimeşin û tişta ji bo demokrasiya radîkal çi be em ê li kolanên xwe, li malên xwe pêk bînin. Em ê bi hev re pêşeroja xwe ava bikin. Dawiya vê rêyê aştî ye."
 
Piştî axaftina Sezaî mîtîng bi konsera Koma Azadî û bi goevndê bi dawî bû.