Walîtiya Stenbolê: Divê heta 20'ê tebaxê Sûriyeyî ji Stenbolê derkevin
- 14:07 22 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Walitiya Stenbolê ji bo welatiyên Sûriyeyê ji axa Stenbolê derkevin ferman da, li gorî fermanê divê welatiyên Sûriyeyê heta 20'ê tebaxa 2019'an ji Stenbolê derkevin.
Walîtiya Stenbolê xwest welatiyên li Sûriyeyê heta 20'ê tebaxê Stenbolê terk bikin. Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku li Stenbolê 522 hezar û 381 biyanî hene û 547 hezar û 479 welatiyên Sûriyeyê yên mêvan û bi giştî 1 mîlyonek û 69 hezar û 860 qeydên biyanî li Stenbolê hene.