Îdaya di bin çavan de îşkence hatiye kirin

  • 13:51 22 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Hat diyarkirin ku li navçeya Baglarê Ahmet Yoldaş ê di serdegirtina malê ya di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da de hatin binçavkirin, ji ber îşkenceya lê hat kirin, rakirin nexweşxaneyê.
 
Yekîneyên girêdayî Miduriyeta Ewlekariya Amedê, duh berê sibê, bi ser mala Ahmet û Bîrsen Yoldaş a li Cadeya Karacadag a girêdayî navçeya Baglara ya Amedê de girtin. Di serdegirtinê de, welatiyê binavê Mucahît Yilmaz ê ji navçeya Qoser a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da, xwedîyên malê Ahmet û Bîrsen Yoldaş jî hatin binçavkirin. 
 
Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê jiyana xwe ji dest da, li Morga Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Amedê tê girtin. Hat diyarkirin ku malbata Yilmaz a hat Amedê, dest nîşan kirine ku agahiyên nasnameya kurê wan rast, lê ji ber ku hîna cenazayê kurê xwe nedîtine, nizanîn bê ka ew e yan na.  Hat ragihandin ku ferdên malbata Yilmaz, ji bo teşhîskirina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê dane. 
 
Di heman demê de, hat diyarkirin ku Ahmet Yoldaş ê di serdegirtinê de hat binçavkirin, li Midûriyeta Polîsan a Amedê rastî îşkenceyên giran hat ye. Hat ragihandin ku Ahmet, ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, rakirine Nexweşxaneya Leşkerî ya Amedê û tedawiya wî dewam dike. Hevjîna wî Bîrsen Yoldaş jî, hîna li Şaxa TEM’ê ya Amedê tê girtin.