ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2019'AN

  • 09:00 22 Tîrmeh 2019
  • Rojev
* Jinên gundan, jinên afrîner, xuliqkar û ji jiyanê hez dikin û didin hezkirin jî her di nava têkoşînê de ne. Kevokê Cacan ku piştî çinîna ceh û genim niha dest bi berhevkirina pûş dike têkoşîna ji bo li ser piyan bimîne didomîne. Kevokê dibêje:"Jin ji bo li ser piyan bisekinin kedek mezin didin. Ev yek jî dibe sedema pêşketina civakê." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê li ser kiryarên dewleta Tirk ên di derheqa şûnwarên Efrînê de axivîn û wiha gotin: "Em weke rewşenbîrên Efrînê her em ê parastina şûnwarên xwe bikin." DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Baglar a Amedê mêrê bi navê Hatîp K. yê 72 salî li hember 4 zarokan êrîşa zayendî ya sîstematîk pêk anî û 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî biryara wî tahliye bike da.
 
*Tirkiye ku tevî rewşa aboriya xwe ji Rûsyayê S-400 girt. Aborîst Guneş Gumuş rewşa Tirkiyeyê nirxand û wiha got: “Enflasyon li dora ji sedî 15’ê girtî maye. Di esasê de kapasîta xerckirina welatî tue. Faîz bikevin jî rewşa şîrketan ne baş e, dolar zêde nabe. Rêjeya krediyên têk çûne gelek bilinde. Ji ber vê jî ev daketina faîzê aboriyê baş nake lê wê AKP vê bide zorê.” BI DÎMEN
 
* Îdîl Ugurlu ya HDP’î da zanîn ku AKP li şûna Tirkiyeyê demokratîk bike, ber bi şer û emperyalîzmê ve dibe û bedela vê jî wê dîsa gel bide û wiha got: “Li hember vê wê stratejiya rêya sêyemîn ya HDP’ê ji gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak. Di alî pêşeroja Tirkiyeyê de hevdîtinên bi Îmraliyê re wê gelek girîng bin. BI DÎMEN
 
*Jinên êzîdî ku piştî fermanê xwe naskirin ji bo civaka xwe û ji bo ku zêdetir karibin xwe biparêzin û pêş bixin xwe  perwerde dikin.
 
*Ayfer Serçe ji bo întîxarên jinan lêkolîn bike çû Îranê û li wir ji aliyê hêzên rejîmê ve hat qetilkirin. Xeyala herî mezin a Şîlanê ev bû ku toreke nûçeyan a jinan ava bike. Jinên rojnameger ji bo xeyala Şîlanê pêk bînin ajansek nûçeyan ava kirin û pênûsa wê dewr girtin.
 
*Endama Însiyatîfa Gel a Defne Nurcan Ordek bertek nîşanî Santrala Enerjiya Biyokutle û projeya navenda depokirina gelaşê ya li ser Hewzaya Avê ya Asî tê xwestin bê avakirin da û got ev proje li dijî gel û ekosîstemê tehdîdek cidî ava dike.” BI DÎMEN