'Em naxwazin dewleta tirk axa me dagir bike'
- 17:28 21 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ-Jinên ji pêkhatiyên Ereb di konê çalakiyan ê mertalên zindî de nerînên xwe parvekirin û gotin: "Em naxwazin leşkerên tirk derbasî ser axa me bibin. Ji ber ku cihê dikevinê hildiweşînin û mînaka herî ber bi çav ya vê jî herêma Efrînê ye."
Çalakiya Mertalên zindî ya gundê Ziyaretê yê navçeya Qinê ku girêdayî Kantona Kobanê ye di roja xwe ya 3'emîn de didome. Çalakiya mertalên zindî îro nişetecihên gund û bajarokê Sirînê nobet dewr girtin. Di bin konê ku ji bo çalakiya mertalê zindî hat vekirin de dirûşmên,"Bijî wekheviya gelan, "Gelê Sûriyê yek e" hatin berz kirin. Jinên ku beşdarî çalakiya konê çalakiya mertalên zindî bûne nêrînên xwe parve kirin.
'Bêdengiya rejîmê dibe sedema dagirkeriyê'
Jina bi navê Yazê Hemed di despêka axaftina xwe de diyar kir ku bila dagirkerî ji me dûr bikeve û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Îro em jinên ji pêkhateyên Ereb me cihê xwe di konê çalakiyên mertalê zindî de girtiye, em ji Erdoxan re dibêjin ku em Gelê Ereb û Kurd yekin, tucarî tu nikarî navbera me xira bikî. Em jiyaneke demokratîk û azad bi hev re dijîn."
'Yên herî zêde ji van şeran zirarê dibînin jin in.'
Yazê bal kişand ser bêdengiya Rêjîmê û wiha pêl da axaftina xwe: "Kengî hêzên desthiladar dikevin axa me di encama wê de em gel tên kuştin. Welatê me, malên me tên talankirin. Yên herî zêde ji van şeran zirarê dibînin jin in. Desthilatdar tecawiz, talan û gaspê dikin li ser axa me. Li vê derê em ji hêza Sûriyê Demokoratîk razî ne û dixwazin ku di bin Rêveberiya wan de bijîn. Bêdengmayîna Rejîma Baasê jî dide diyarkirin ku Rejîm ji kuştina gelê herêmê ne aciz e û ev bêdengiya wan dibe sedem ku dewletên biyanî welatê me dagir bikin."
'Dewleta Tirk gelan ji hev cuda dike'
Xalîde Hec Elî jî axivî û balkişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha domand: "Em dixazin bi pêkhateyên kurd re bijîn û kesên weke Erdogan jî em naxazin di nav me de bijîn. Em dizanin ku çawa gelê Efrînê koçber kirin, milk û malên wan wêran kirin. Xuyaye ku çavên wî lêye Rojava jî weke EfrînÊ bike. Lê xewin û xeyalên wî pêk nayên. Kesên ku ev ax rizgar kirine wê li ser bijîn."
'Bajarên ku di bin dagirkeriyê de ne, ne bi ewle ne'
Di dawiyê de Fatima Işhab jî bal kişand ser yektiya gelan û wiha got: "Despêkê em gefên dewleta tirk şermezar dikin, em weke Gelê Bakur-Rojhilatê Suriyê jiyaneke ewle dixwazin. Her kes Erdogan qebûl nake. Mînak bajarê Cerablûs, Bab, Ezaz û hemû bajarên me yên di destê Tirkan de tu ewlehiya wan tune ye. Her roj gel di komkujiyan re derbas dibe. Ji bo wê em dev ji axê xwe bernadin û çi êrîş werin jî em ê bi rihê yekitiya gelan beralî bikin."