Çalakiyên mertalên zindî yên gelê Kobanê didomin

  • 15:49 21 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Çalakiyên mertalên zindî yên gelê Kobanê yên bê dem û dorveger didomin. Çalakiya gundê Qeremox di roja 5'emîn û ya gundê Ziyaretê jî di roja 3'emîn de berdewam e.
 
Çalakiyên Mertalên zindî  bi dirûşma "Em welatê xwe diparêzin"  ku li dijî gef û kiryarên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li  gundê Qeremox ya girêdayî Kantona Kobanê û gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Qinê ya Kantona Kobanê hatibûn destpêkirin berdewam dikin.
 
Çalakiya Gundê Qeremox ya girêdayî Kantona Kobanê ku di roja 5'emîn de ye gel û saziyên navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kantona Kobanê dewir girtin. Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Firatê û Rêveberiya xweseriya demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî serdana çalakiyê kirin.
 
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Endamê Komîteya diplomasiyê Mensûr El-Selûm axivî û wiha got: "Li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em dibêjin, yên ku xeyalên wan Serokatî ye ew tê watêya parastina ax û welatê xwe. Divê em yekitiya xwe bi rengekî giştî ava bikin, yek ji bo hemûyan û hemû ji bo yek kes ji bo ku em hêza xwe ji tevahiya cîhanê re ragihînin. Welatê ku dewleta tirk dixwaze dagir bike axa kurdan, ereb, çerkez, sûryan, tirkmen, êrmen û gelek ol û baweriyên cûr bi cûr e ku vê axê dewlemend dikin."
 
Her wiha çalakiya mertalên Zindî ya gundê Ziyaretê li Rojavayê Kobanê ku li pêşbirî sîonr e, di roja 3.emîn de bi nobeta şênî û saziyên bajarokê Sirîn, Beledeya Qadiriya û Remalê  berdewam e.
 
Di çalakiyê de li ser navê bajarokê Sirînê Ibarahîm El-Fiqade axivî û got: "Weke pêkhateyên Ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyê em beşdarî çalakiyê bûne da ku em ji raya giştî re bidin diyarkirin ku em gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yekin. Em dibêjin na ji dagirkeriya dewleta tirk li ser herêma me re.  Lê wê tu kes axa me dagir neke."