Li Baglarê serdegirtina malan: Kesek hat kuştin
- 10:54 21 Tîrmeh 2019
- Rojane
AMED - Li Navçeya Baglarê ya Amedê polîsan bi ser malekê de girt. Di serdegirtina malê de kesek hat kuştin û polîsek birîndar bû.
Li Kolana Karacadag a Navçeya Baglarê ya Amedê polîsan bi ser malekê de girt û pevçûn derket. Di pevçûnê de kesek hat kuştin û polîsek jî birîndar bû. Polîsê tevgera taybet ê ku birîndar bû bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê. Ji ferdên malê 2 kes jî hatin binçavkirin. Kesê ku hat kuştin nasnameya wî nehat diyarkirin.