Hat îdakirin ku li Efrînê jinekê dawî li jiyana xwe aniye

  • 10:52 21 Tîrmeh 2019
  • Rojane
EFRİN -Li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê hat îdakirin ku jineke ciwan li dijî êrîşên deweta tirk û çeteyên girêdayî wê  dawî li jiyana xwe aniye.
 
Li gorî agahiyên xwecihî ku ji hundirê Efrînê ji ANHA'yê re hatine dayîn hat îdakirin ku jina  bi navê Arîn Selah Gulo ya 19 salî li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser sivîlan  dawî li jiyana xwe aniye. 
 
Gelek sivîlên ku dikaribûn ji Efrînê derkevin di hevdîtinên berê bi ANHA`yê re, teqez kiribûn ku ji ber kiryarên çeteyan ên wekî revandin, kuştin û talankirina mal û milkê şêniyan, jiyana mirovan li Efrînê di xeterê de ye.