Xweşikahiyeke xwezayî ya nehatiye kifşkirin: Sulavên Êmrut
- 09:11 21 Tîrmeh 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li Gundê Êmrûtê bi barana ku dibare Sulava Êmrûtê vediguhere dîmeneke bi heybet. Sulav li gundê Êmrût ê Qoserê ye.
Di meha biharê de bi barîna baranê re sûlav û çavkaniyên avê zindî bûn. Mêrdîn ya bi erdên çandinî û çavkaniyên avê tê danîn,sûlavên lê ne jî bi baranê re bi dîmenek gelek xweş xemilîn. Dêrik bi GAP’ê, Nisêbîn bi Ava Sipî tê zanîn û ji bilî vê jî Sûlavên Êmrût yên li gundê Êmrût a Qoserê ye jî mirovan heyran dihêle.
Gund ji 93’an de hatiye hilweşandin û valakirin
Sulavên Êmrut li herêma Çiyayê Mazî, li çiyayên gundên 20 kîlometre ji Qoserê dûr e cih digire. Êmrût di salên 90’î de hatiye şewitandin û piştî bûyerên 1993’an de hatiye valakirin. Piştî valakirina gundan, gundiyên xaniyên wan hatin hilweşandin û ji gund derketin piştî salan şûnde vedigerin. Li gund li her derê xaniyên vala û hilweşandî hene. Ji bilî çend malbatan kes nemaye.
Bi barana bariye gelek xweş bûye
Li gundê ku baxçe û xweşikahiya xwezayî mirovan matmayî dihêle, sûlavên Êmrût jî mirovan heyran dihêle. Sûlavên bi dîmenê xwe Pamukkaleyê bi bîr tîne, hewcedariya avê ya gundiyan jî peyda dike. Piştî barana dibare şûnde ava wê zêde dibe û dîmenê wê jî wek kartpostalan e. Yên diçin serdana sulavan jî gelek zêde ne. Gelê herêmê jî ji bo seyranê wir tercih dikin. Her wiha eleqeya gelek wênekêşan û derhênerên belgefîlman dikşînin.
Gel ji çopê ne reheret e
Gundiyan diyar kirin ku kesên tên serdana wir çopa xwe li wir dihêlin û got divê kesên tên wir xwezayê paqij bigirin. Sulava di navbera du çiyan de ye û ji aliyê gelê herêmê ve baş tê zanîn, ji aliyê turîstan ve li bende kifşkirinê ye.