Rojnameger Ayşegul Dogan: Rapora SETA'yê li dijî xelaskirina rojnamegeriyê ye

  • 09:03 21 Tîrmeh 2019
  • Rojane
WAN - Weqfa Lêkolîna Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA) bi rapora ku hefta borî parve kiribû, rojnamgerên di saziyên navneteweyî de dixebitin hedef girtibû. Bertekên li dijî hedefgirtina rojnamegeran didomin. Der barê helwesta SETA’yê de Rojnameger û nivîskar Ayşegul Dogan axivî. 
 
Weqfa Lêkolîna Civakî, Aborî û Siyasetê (SETA) bi rapora ku hefta borî parve kiribû, rojnamgerên di saziyên navneteweyî de dixebitin hedef girtibû. Li gel weşandina raporê gelek rojnamegerên ku li Tirkiyeyê dixebitin hatin hedefgirtin. Têkîldarî rapora SETA’yê rojnameger û nivîskar Ayşegul Dogan nirxandin kir. Ayşegulê diyar kir ku ev êrîş ne li dijî kesan li dijî kevneşopiya rojnamegeriyê bû. 
 
‘Weşandina raporê  li dijî xelaskirina rojnamegeriyê ye’
 
Ayşegulê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv ki ku SETA bi weşandina vê raporê dixwaze gefan bi rojnamegeran bide xwarin û wiha axivî;” SETA bi weşandina vê raporê dixwaze bi fîlî li Tirkiyeyê rojnamegeriyê bi dawî bike. Em li Tirkiyeyê di bin şert û mercên herî giran de rojnamegeriyê dikin. Em vê helwesta SETA’yê wekî xelaskirina rojnamegeriyê bi nav dikin. Bi vê raporê gef didin rojnamegeran û pîşeya rojnamegeriyê. Dixwazin hem gef li rojnamegerên ku di çapemeniya navnetewî de dixebitin û hem jî ji van saziyan re tê gotin ku çavê me li ser we ye. Li Tirkiyeyê ji bo ku rojnameger bixebitin tu qad nehiştin û rojnamegerên ku li saziyên beyanî dixebitin hejmara wan her roj zêde dibe. Niha tiştê herî girîng piştgiriya rojnamegeran û hevkariya wan e. Di vê pêvajoyê de ji her sazîyê rojnamegera bi awayekî bi rêxistinî li dijî vê raporê helwesta xwe aşkere nîşan dan. Yekîtiya rojnamegeran girîng û hêja bû. Divê ne tenê di rojên wiha de divê her tim rojnameger bi tifaq bin. Weşandina vê raporê ne tenê li dijî rojnamegeran bû, di heman demê de ev êrîş  li dijî xelaskirina rojnamegeriyê bû. 
 
‘Li dijî rojnamegeran êrîş zêde dibin û rojnameger her roj hedef tên girtin’
 
Ayşegulê anî ziman ku kevneşopiya rojnamegeriyê bi bedelên giran heta roja me ya îro hatiye û wiha pê de çû;” Li Tirkiyeyê weşandina vê raporê em neheyirandin. Her sal û her roj rêbazên êrîşên li dijî rojnamegeran diguhere. Ji ber wê jî her tim li Tirkiyeyê rojnamegerî bi bedelên giran hate kirin. Kesên ku ji vê kevneşopiyê hatin qet neguherîn û bi têkoşîneke mezin xebatên xwe bi rêve birin. Mînak di rojên dawî de kesê ku ji vê kevneşopiyê hatî û bûye dengê vê kevneşopiyê yên wekî Huseyîn Aykol hate girtin. Lê Huseyîn Aykol daxuyand ku ew ê dev ji rojnamgeriyê bernede û rojnamegeriyê bidomîne. Ev helwesta îktîdarê li dijî kesan diguhere û mixabin niha her rojnamegerek hedef tê girtin.” 
 
‘Li Tirkiyeyê rojnameger nikarin nûçeyan çê bikin û nikarin fikir û ramanê xwe bînin ziman’
 
Ayşegulê diyar kir ku  ev êrîş ji rojnamegeran re dibin alternarîf û got ku niha der barê bi hezaran rojnamegeran de doz hatine vekirin û wiha dom kir;” Ev êrîşa îktîdarê her rojnamegerek bi neyînî bandor kir. Bi salane mixabin bi rêbazên cuda li ser rojnamegeriyê êrîşên bêhempa pêk tînin. Şebnem Korur Fîncancı, Erol Onderoglu, Ahmet Nesîn hatin tehliyekirin. Ji ber çi hatibûn girtin? Ji ber ku li dijî êrîşên ser rojnameya Ozgur Gundemê nobet girtibûn. Dozger jî dizanin û dadgeh jî dizanin ku li cihekî tenê rojekê ji bo piştgiriyê girtina nobetê ne sûc e. Li ku derê mînaka vê hatiye dîtin? Li Tirkiyeyê rojnameger nikarin nûçeyan çê bikin û nikarin fikir û ramanê xwe bînin ziman. Nûçe û nivîsên ku zirara wan negihîje civakê em dikarin çêkîn û binivîsîn. Erê divê em aliyê erênî ji li bûyeran binêrîn. SETA bi vê rapora xwe nîşanî me da ku em ê alternatîfên xwe ava bikin. Di vê pêvajoyê de yekîtî û tifaqa rojnamegeran derket holê. Bêguman der barê her rojnamegerekî de pir  doz hatine vekirin û em nizanin em ê sibehê li ku derê bin. Tiştê herî girîng jî em nikarin debara xwe bikin. Ji aliyekî em nikarin rojnamegeriyê bikin û ji aliyekî din ve jî qadên ku em lê bixebitin tune ne. Lê ev ji me re bû tecrube û nîşanî me da divê em li her qadan xebatên xwe bidin meşandin û dev ji xebatê bernedin.” 
 
‘Divê em israra rojnamegeriyê mezin bikin û bi hev re nîşan bidin’
 
Ayşegulê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tifaqa rojnamegeran dikare ji her êrîşekê re bibe bersiveke xurt û axaftina xwe wiha bi dawî kir;” Em ji kîjan bîrdoziyê û ji kîjan nêrînê bin divê em wekî rojnameger di rojên wiha de bibin tifaq û wisa xebatên xwe bidomînîn. Tifaqa me dikare ji her êrîşekê re bibe bersiveke xurt. Divê em israra rojnamegeriyê mezin bikin û bi hev re nîşan bidin. Zêdetir piştigirî û zêdetir tifaq divê.”