Li hemberî operasyona dersînor çalakiya mertalên zindî didome
- 16:13 20 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Konvedana mertalên zindî ya li gundê Qeremoxê bi serdanan didome. Bi sedan kes her roj tên serdana konê û li vir nêrînên xwe tînin ziman û dibêjîn ku dê her tim axa xwe biparêzin li hemberî operasyonên TSK'ê.
Mertalên zîndî li gundê Qeremoxa Kobaneyê bi dirûşma "Em welatê xwe diparêzin" kon vedan. Mertalên zîndî li dijî operasyonên Hêzên Lêşkerî ya Tirk (TSK) dest bi çalakiyê kirin. Çalakiya mertalên zîndî her roj bi ziyareta welatiyan didome. Her wiha çalakiya mertalên zindî her roj bi dorveger tê meşandin.
Konên ku ji hêla mertalên zîndî ve hatin vekirin wêneyên Rêberê PKK´ê Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star, Yekîtiya Jinên Ciwan û Partiya Yekîtiya Demokratîk hatin daliqandin. Her wiha pankartên wekî "Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na", "Em ê pergala li Îmraliyê hilweşînin bi Rêber Apo re azad bijîn" û "Gef me natirsînin îsrarakirina me ya berxwedanê xurtir dibe" hatin daliqandin.
Her roj bi sedan welatî û nûnerên saziyan tên serdana konê. Di konê de li ber rojevê nîqaş tên kirin, sînevîzyan tên nîşandan, semîner tên lidarxistin û çalakî tên organîzekirin. Îro navçeya Çelebiyê, bajaroka Til Xezalê û bajaroka Pêndirê hatin serdana konê mertalên zîndî.
Di serdanê de li ser navê navçeya Çelebiyê hevserokê şaredariyê Kurdo Xelîl û li ser navê hevserokê şaredariya bajarokê Til Xezalê Ehmed Misto axaftinek kirin û wiha gotin: "Em dikarin li hemberî her dijminê hovane bisekinin. Em tu carî paşve gav navêjin. Em ê planên dagirkeriyê vala derxin."
Her wiha konê gundê Qeremoxê 4 roj in hatiye vedan û 2 roj in jî gundî tên serdana mertalên zindî.