Jinên ciwan ên li Qamişloyê Şoreşa Rojava pîroz kirin

  • 13:30 20 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO -  Jinên Ciwan, salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin û gotin ku heke îro jinên Sûriyeyê nêrînên xwe rehettir tînin ziman û di qada siyasetê de cih digirin bi saya şoreşê pêk hatiye û jin bûne sembola azadiyê. 
 
Di salvegera Şoreşa Rojava de li gelek deveran çalakiyên cur bi cur tên lidarxistin û 19'ê tîrmehê tê pîrozkirin. Li Qamişloyê jî bi heman armancê  2'yemîn Mîhrîcana Şehdî Stêrvan ya Jinên Ciwan hat lidarxistin. Jinên ku tevlî mîhrîcanê bûn li ser girîngiya Şoreşa Rojava nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku dê cîhanê bi azadiyê bixemlînin. 
 
'Jin bûn sembola azadiyê'
 
Menal Mihmed di destpêka axaftina xwe de 19'ê tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: "Di 19'ê tîrmehê de dîroka nû ya gelên Sûriyeyê hat nivsandin, bi taybet ji bo jinên Sûriyeyê. Jin di avakirina pergala azad û demokratîk ya nû de li gel zor û zehmetiyan sekinî û cih xwe girt. Em di wê baweriyê de ne jî ku di demên pêş de wê gavên hîn mezintir werin avêtin. Ji ber ku îro jina kurd bûye sembola azadiyê li tevahiya cîhanê."
 
'Em dikarin cîhanê bi azadiyê bixemlînin'
 
Reşa Zekeriya Ehmed bi eslê xwe erebe û salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha axivî: "Heke îro jinên Sûriyeyê xwe naskirbin, nêrînên xwe bi rehettir tînin ziman û di qada siyasetê de cih digirin bi saya şoreşa me ye. Îro hunera jinan li her derî dixemile. Jin ji roja roj di nav berxwedanê de bû û ji hunera jiyanê re bû yek. Her jinek dikare tiştek ji bo serkeftina şoreşê bike. Em dikarin cîhanê bi azadiyê bixemlînin."
 
'Têkoşîn dê her tim bidome'
 
Mehbad Ehmed da zanîn ku dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "19'ê tîrmehê rojeke bi wate û bi nirxe û bi taybetî ji bo jinên Sûriyeyê. Lê belê ji bo tevahî jinên cîhanê ji wisa ye. Bi taybetî wek jinên ciwan jiyanek nû ji me re afirandin. 19'ê tîrmehê li me pîroz be. Em soz didin em ê têkoşîna xwe mezin bikin."