'Di Şoreşa Rojava de jin li dijî zîhniyeta desthilatdar serî rakirin'
- 12:09 20 Tîrmeh 2019
- Rojane
Hesna Muhemed
ŞEHBA - Jinên Şehba û Efrînê bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojava bal kişand li ser cih girtina jinê ya di nav şoreşê de û wiha gotin: "Şoreşa Rojava wekî Şoreşa Jinê tê naskirin û jina kurd ji cîhanê re bûn mînak."
Bi minasebeta salvegera Şoreşa Rojavayê gelek çalakî hatin lidarxistin û peyam hatin dayîn. Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya "Bi ruhê 19'ê Tîrmehê em ê faşîzmê têk bibin, Efrînê rizgar bikin û Xweseriya Demokratîk misoger bikin” meşek li dar xistin. Jinên ku tevlî meşê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. Jinan diyar kir ku ji bo azadiya axa xwe dê berxwedana xwe bidomînin.
‘Li her deverê em ê serî hildin’
Besme Elî, 19'ê Tîrmehê li hemû pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha got: "Em 19'ê Tîrmehê li hemû cangoriyên azadiyê û li Serok Apo pîroz dikin. Em kurd li gel zehmetiyan dîsa berxwedana xwe didomînin. Em li pey şopa şehîdan e, em ê bi xwîna pakrewanên xwe bi serkevin û Efrînê rizgar bikin. Em kurd li her deverê serî hildidin.”
‘Em ê bi berxwedanê Efrînê rizgar bikin'
Selwe Hemo jî hestên xwe li hemberê 19'ê Tîrmehî anî ziman û wiha axivî: "Di sala 2012’an de şoreşa Rojava dest pê kir, em jinên Efrînê bi fikirê Netewa Demokratîk xwe perwerde kir û bi rêxistin dikin. Em ê Efrînê bi berxwedana xwe rizgar bikin."
‘Jin li dijî zîhniyeta desthiladar serî rakirin'
Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzidî Eyşe Sîdo li ser tekoşîn û berxwedaniya jina kurd wiha nêrînên xwe anî ziman: "Di serî de em 19'ê Tîrmehê li Serok Apo û hemû gelên bin dest pîroz dikin. 19'ê Tîrmehê bû roja xilaskirina hemû gelên bindest ji desthiladariyê. Jinên Sûriyeyê serî li hemberî zîihniyeta desthilatdar rakirin û bûn mînak ji hemû jinên cîhanê re. Em soz didin pakrewanên xwe, em ê axa Kurdistanê rizgar bikin."
‘Jina kurd bûn mînak'
Emîne Ehmed ji bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meha tîrmehê li gel me pîroz e ji ber ku meha serhildanê û têkoşînê ye. Jin cihê xwe di Şoreşa Rojava de girt. Ji ber vê yekê şoreş bi navê Şoreşa Jinê tê naskirin. Jina kurd bû mînak ji hemû cîhanê re. Em soz didin em ê li ser fikira Serok Apo heya dawiyê bimeşin, em ê berxwedana xwe bidomînin heta em dighêjin serkeftinê."