Li ser medyaya civakî kampanyaya 'Şoreşa Rojava pîroz be'

  • 11:37 20 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta 7'emîn salvegera Şoreşa Rojava, kampanyaya ku Tora Rojava a Global RISEUP'ê li ser medyaya civakî ya bi navê #pirozbe / #riseup4rojava dayî destpêkirin pir bal kişand.
 
Şoreşa Rojava 19'ê tîrmeha 2012'an li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû û bilez li Efrîn, Qamişlo û Dêrikê û li bajarên din berbelav bibû. Ji ber salvegera 19'ê Tîrmehê, Tora Rojava a Global RISEUP bang li bikarhênerên înternetê kiribû ku ji bo Şoreşa Rojava pîroz bikin, vîdeo, dîmen û peyamên têkildar par ve bikin.
 
Kampanyaya li ser Twîtter û Facebookê... 
 
Kampanyaya ku înê li ser tora medyaya civakî bi navê “#pirozbe ve # riseup4rojava dest pê kir, gelekî bala bikarhênerên medyaya civakî kişand. Kampanya ya ku di ser Twîtter û Facebookê re dest pê kirî, bikarhênerên medyaya sosyal têkilî şoreşa Rojava wêne û bûyerên li ser Rojava par ve kirin.
 
'Li Rojava şoreşa jinê' 
 
Piraniya bikarhêneran bi gotina, ''Ji bo 7 salên di ber berxwedan û azadiyê de'' dest bi parvekirinên xwe kirin û bal kişandin ser têkoşîna gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ku ji 2012'an ve di serî de li dijî DAÎŞ'ê, li dijî hêzên dagirker didin. Her wiha hat gotin şoreşa Rojava şoreşa jinan e û ekolojîst e."
 
Di tora Rojava ya Global de gelek rêxistin hene
 
Di parvekirinan de li gel Kurdî bi Îngilîz, Elmanî, Fransî, Spanyolî, Tirkî û Îtalyanî gelek tişt hatin parvekirin, wêneyên şervanên ku jiyana xwe ji dest danê yên YPG-YPJ'ê hatin parvekirin. Tora Rojava ya Global ji gelek sendîka û rêxistinan pêk tê. Di nav van de sendîkaya anarşîst a CNT, a komunîst CGT, Rete Kurdistan Îtalîa, tevgera antîfaşîst a Elmanya Antîfa, rêxistinên Rojava, Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê YXK û Tatort Kurdistan heye.