Jinên Şengalê: Em êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê qebûl nakin
- 10:25 20 Tîrmeh 2019
- Rojane
Elmas Nayif-Nûpelda Tekoşîn
ŞENGAL - Jinên Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li Mexmûrê nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin:"Gelê Kurd bi salane li berxwe didin. Ev berxwedan ew ê her bidome. Li dijî bombebaranên dewleta tirk gelê Kurd dê serî netewîne."
Balafirên şer ên dewleta tirk di 19'ê tîrmehê de Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kiribû û di encamê de 2 sîvîl birîndar bûbûn. Têkildarî mijarê de jinên Şengalê axivîn. Jinên Şengalê anîn ziman ku tu bombebaran nikare bi gelê Kurd û wiha gotin:"Mexmûr cih û warê gelê kurd e. Em êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê qebûl nakin. Em ê her dem li dijî van êrîşan bisekinin."
'Ev ax a me ye em dev ji axa xwe bernadin'
Jina bi navê Sûrê Xelef wiha got:"Gelo dewleta tirk çi ji me dixwaze? Êrîşî sîvîlan dike. Gelê sîvîl dikuje lê mixabin ne hukumeta Başûrê Kurdistanê ne jî hikumeta Iraqê dengê xwe nakin. Gelo çawa li dijî kuştina mirovan bêdeng dimînin? Em wekî dayikên Şehîdan dagirkeriya dewleta tirk qebûl nakin. Ji ber gefên Erdogan ên li ser Şengal, Mexmûr û cihên din gelê Şengalê ji axa xwe dûr ketin. Lê bila gelê me tu carî guh nedin van gefan û vegerin ser axa xwe. Ev ax a me ye em dev ji axa xwe bernadin."
'Em êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê qebûl nakin'
Jina bi navê Edaln Reşo jî da zanîn ku ew ê her axa xwe li dijî dagirkeriyê biparên û wiha got:"Gelê Şengalê yên ku hatin koçberkirin niha nikarin vegerin Şengalê çimkî gef û êrîşên li ser Şengalê hîn didome. Em dixwazin gelê me vegerin ser axa xwe. Li vi jiyanek dijwar heye hîn gelek avahî hilweşandiye. Zeviyên me tên şewitandin. Lê tevî van zehmetiyan em li berxwe didin û em pişgirtiyê didin gelê Mexmûrê. Dilê me her bi wan re ye. Gelê Kurd bi salane li berxwe didin. Ev berxwedan ew ê her bidome. Li dijî bombebaranên dewleta tirk gelê Kurd dê serî netewîne. Mexmûr cih û warê gelê kurd e. Em êrîşên li ser Wargeha Mexmûrê qebûl nakin. Em ê her dem li dijî van êrîşan bisekinin."