19'ê Tîrmehê li Qamişloyê hat pîrozkirin
- 09:37 20 Tîrmeh 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi dirûşma "Şoreşa 19'ê tîrmehê deryaya huner û azadiya jinên ciwan e", 2'emîn Mîhrîcana şehîd stêrvan a Jinên Ciwan di roja sêyemîn li Qamişloyê bi dawî bû.
2'yemîn mîhrîcana Jinên Ciwan bi armanca pîrozkirina salvegera Şoreşa 19'ê tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ku li Kobanê dest pê kir, li Tebqa dewam kir û li Qamişloyê bi dawî bû. Mîhrîcan bi tevlîbûna bi hezaran ji şêniyên Kantona Qamişloyê û bi dehan ji endamên sazî û dezgehên sivîl, Rêvebeirya Xweseriya Dermokratîk, Kongreya Star, Hêzên Parastina Jinê, Asayîşa Jin, HPC'ê Jin hat lidarxistin.
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li ser navê Jinên Ciwan Avrîn Navdar, li ser navê hikumeta Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Nezîre Kewriya, li ser navê Kongreya Satar Foza Yûsif axaftin kirin.
Di axaftinan de şoreşa 19'ê tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê pîroz kirin û wiha gotin: "Ev şoreş bi îradeya tevahî netewên Sûriyeyê ku li benda rojek azad û bi rûmet bûn pêk hat, bi keda wan jî bi ser ket. Îro yên ku nirxên şoreşa 19'ê tîrmehê diparêzin ew in. Şoreşa 19'ê tîrmehê bi hêviya azadî, edalet û demokrasiyê pêk hat. Ev hêvî dê her bijî. Bi wesîleya vê rojê carek din em dibêjin tu çareseriya siyasî bê hêzên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê pêş nakeve. Ji ber ku ev ax gel parast. Bi armanca avakirina Sûriyeyek Demokratîk û pirreng em ê berxwedana xwe bidomînin."
Paşê komên Çand û hunerê ên stranan, şano, govendên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş kirin.
Mihrîcan bi dirûşma "Bijî berxedana jinan" bi dawî bû."