Şêniyên Herêma Firatê bi yek dirûşmê 19'ê Tîrmehê pîroz kirin

  • 09:32 20 Tîrmeh 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Bi sedan ji şêniyên herêma Firatê 7'emîn salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kirin.
 
Bi munesabeta 7'emîn salvegera şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, Kantona Girê Spî, Sazî, Rêxistin, Rêveberiya Xweser ya Demokratîk, Kongreya Star, Meclîsa Jinên Sûriyê, QSD, YPJ/YPG'ê, Asayîş, mêvanên ji Reqa, Tebqa û Minbicê li qada Jina Azad kom bûn û şahî li dar xistin. Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Şahîn, li ser navê Yekîneya Parastina Gel û Hêzên Sûriye Demokratîk Cemîl Kobanê, li ser navê Rêxistina Kongreya Star Peyman Aydin, li ser navê Rêveberiya xweseriya demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebd, Rojnemevan û parêzer Siruc Helebçe û  li ser navê  Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Mistefa axivîn.
 
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê enerjiya jinê ya veşartî ji tevahî cîhanê re nîşan da' 
 
Li ser navê Rêxistina Kongreya Star Peyman Aydin wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê dikarîbû ku enerjiya jinê ya veşartî ji tevahî cîhanê re bide diyarkirin. Piştî têkbirina Çeteyên DAIŞ'ê dewleta tirk hewil dide ku herêmên me yên rizgarkirî dagir bike, lê îro û bi vê munasebetê em dîsa dibêjin ku wê tu kes nikaribe vê axa pîroz dagir bike ango êrîş bike."
 
'Kobanê  û Efrîn sembola berxwedan û pergala netewa Demokratîk e'
 
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebd jî axivî û got: "Em vê rojê ji bajarê berxwedan, têkoşîn, wekheviya gelan û yên ku em fêrî hezkirina ax û welatê me kirin, li tevahî gel û şehîdên xwe pîroz dikin. Bi taybet ji bo Gelê Sûriyeyê û partiyên netewî dibêjim, yên ku welatê xwe neparêzin mafê wan yê lê jiyankirinê jî nîne, ji ber vê jî divê Gelê Sûriyeyê li hember dagirkirina Efrîn û gefên li ser bajarên din jî bertek nîşan bidin, ji ber ku Kobanê û Efrîn sembola berxwedanê û pergala netewa Demokratîk e."
 
'Li Kobanê jinan pêşengiya tevahî jinên cîhanê kirin'
 
Di heman demê de rojnemevan û parêzer Siruc Helebçe ku ji Helebçeyê Başûrê Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bû, peyama gelê Başûr wiha ragihand: "Ez silavên pênc hezar şehîd û malbatên wan ji bo Kobanê radigîhinim. Li Kobanê jinan dikarîbûn diyar bikin ku jin bi rastî jî jiyan in, li Kobanê jinan pêşengiya tevahî jinên cîhanê kirin. Kobanê Helebçe, Mahabad û Germiyane û tevahî Kurdistan e. Îro dewleta Tirk êrîşî Başûrê Kurdistanê dikê, her wiha gefên xwe li Rojavayê Kurdsitanê jî dixwe, Erdogan dijminê her çar parçeyên Kurdistanê ye, lê em dibêjin ku Kurdsitan yeke û wê tu kes nikaribe Kurdistanê tune bike."
 
'Em ê mîrasê têkoşerên azadiyê biparêzin'
 
Emel Mustefa li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî wiha got: "Em di vê rojê de tevahî pakrawanên ku em îro bi saya wan vê serkeftinê dijîn pîroz dikin. Em soz didin ku em ê xeyalên wan ku em îro gihandine vê astê bi cih bînin, vê mîrasê biparêzin, li welatê xwe bin û zarokên me jî li ser vê axê mezin bibin."  
 
'19'ê Tîrmehê îro bûye şoreşa hemû gel û pêkhateyan'
 
Li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Şahîn di axaftina xwe de rihê 19'ê Tirmehê nirxand û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê niha tenê li Kobanê nema, lê belê îro bûye şoreşa hemû gel û pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê. Avakirina şoreşeke bi vî rengî tê wateya hilweşandina tevahî pergalên desthilatdar û dîkteroriyê. 19'ê Tîrmehê di dîrokê de bû xwedî guhertin û veguhertinên ber bi azadiyê ve."
 
'Têkoşîna ku me daye destpêkirin em ê dewam bikin'
 
Li ser navê fermandariya Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriya Demokratîk Cemîl Kobanê jî wiha got: "Bi navê fermandariya QSD/YPG'ê û şervanên wê em salvegera 19'ê Tîrmehê li tevahî gelê xwe û di serî de pêşengên xwe pîroz dikin. Em di vê rojê de soza xwe ya parastina vê şoreşê li hizûra hemû gelê xwe nû dikin û em dibêjin ku  têkoşîna ku me daye destpêkirin em ê dewam bikin." 
 
Herî dawî jî koraya mûzikê ya Çand û Hûnera Baqî Xido û Kevana Zêrîn, hunermend Ferhad Merdê û Koma Botan ya stranan hunera xwe pêşkêş kirin û govend gerandin.