'Em vegeriyan cih û warê dapîr û bapîrên xwe'
- 09:13 20 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞENGAL - Di sala 2014'an de civaka Êzîdî bi fermaneke din re rû bi rû man û cih û warê xwe terikandin, li kampan hatin bicihkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê gel niha berê xwe didin cih û warên xwe. Xezal Xelef bi eslê xwe ji gundê Til Ezerê ye û wiha got: "Em bextewarin ku em dîsa vegeriyan warê dapîr û bapîrên xwe."
Gundê Til Ezer jî yek jî gûndê Şengalê ye. Beriya fermanê di sala 2007'an de li Til Ezerê teqînek pêk hat û gelek kesî jiyana xwe dest da. Piştî 7 salan jî fermana 73'an dîsa li hemberî civaka Êzidiyan pêk hat. Lê hêj birînên wan ya sala 2007'an nehatin dermankirin. Piştî ku Şengal hat rizgarkirin Heşdî Şabî li Til Ezerê bi cih bûn. Til Ezer ji ber fermanê gelek xisar ditîbû, ji ber wê kes nekarî vegerê gundê xwe. Piştî fermana 5 salan bi paşva kişandina Heşdî Şabî Til Ezer bi giştî teslîma Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê hat kirin. Bi amadekariya şaredariyê Şengalê ve îro şêniyên Til Ezerê vedigerin gundê xwe.
'Cih dapîr û bapîrên me ye'
Xezal Xelef kefxweşiyên xwe vegera li gûndê xwe wiha anî ser ziman: "Kefa me gelek ji gundê me tê. Ev şewekê em hatine em gelek bextevarin. Mirov li cihê xwe baştir dibe. Tıl Ezer warê dapîr û bapîrên me ye. Til Ezer ser navê bapîrê me ye Ezer ê. Bapîrê me gund ava kir û her kes berê xwe da gundê me. Çawa ku bapîrê me despêkê hat li vî gundê, em ji dixwazin xwestekan van bidomînin. Di serî de tenê em 2 mal vegeriyan gundê xwe."
'Em gelekî bi kêyfxweşin'
Xezal Xelef di dawî axaftinê xwe de bal kişand ser vegera gundê xwe û wiha got: "Tenê niha 2 malbat hatine û niha em malên xwe paqij dikin. Gelek kêmasiyên me hene û ceryan û av nîne, jenerator terê nake. Hewcedariyên me gelek in. Li gel kêmasiyan em dîsa bi kêyfxweşin ku em vegeriyan ser axa xwe. Em li benda hatina gelê xwe ne."
Her wiha hat destnîşan kirin şaredarî dê dest bi xebatên berfireh bikin.