‘Li dijî kuştinên jinan divê rêxistinbûn bê zêdekirin’

  • 09:07 20 Tîrmeh 2019
  • Rojane
EDENE - Endama Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek ligel zêdebûna kuştinên jinan, parastina kujeran, astengiyên li pêş têkoşîna jinan jî bi bîr xist û wiha got: “Wek tabloyekê dertê holê ku ev geşedan hemû bi destên dewletê pêk tên. Çareseriya herî bi bandor ya li dijî şîdetê, zêdebûna rêxistinbûna jinan e.”
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di meha Gulana 2019’an de 37 jin, 14 zarok hatine qetilkirin û 28 jin jî rastî şîdeta mêrên nêzî xwe hatine. 27 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. Dadgehan dîsa ji bo mêrên ku şîdet û îstîsmar pêk anîn ji rewşa baş ceza daxist. Di meha Hezîranê de jî 40 jin hatin qetilkirin, 26 heb ji aliyên xizmên xwe ve hatin qetikirin.
 
Ji Piştevaniya Mor Pelîn Songul Çîçek balkişand ser kuştinên jinan yên salên dawî û sedema vê jî polîtîkayên dewletê nîşan da.
 
‘Dewlet di rewşên krîzê de zextên li ser jinan zêde dike’
 
Pelînê got gelek kuştinên jinan ji ber ne zelal e di îstatîstîkan de nayên dîtin û got: “Şîdeta li ser jinê berhema zîhniyeta mêr e, hewl tê dayîn wek ispata baviksalariya civakî bê nîşandan. Bêguman ev raste rast bi polîtîkayên serdestan ve girêdayî ye. Ji ber her kes dizane ku êdî dikare pêşî li kuştinên jinan bê girtin. Li dijî vê serhildan jî çêdibin. Bi zanebûn pêşî li vê nayê girtin. Berovajî vê rewşê aloztir dikin. Desthilatdarî mixabin zextên li ser jinan di rewşên krîzê de zêdetir dike.”
 
‘Li dijî kuştinan bandora herî baş rêxistinbûna jinan e’
 
Pelînê daxuyakirin ku bandora herî mezin a pêşî li kuştinên jinan bigire, rêxistinbûna jinan e û ev pêşniyar kir: “ Divê rêxistinbûna jinan bê zêdekirin. Divê mafên destûra bingehîn ya jinan bê zêdekirin. Yên heyî bê parastin. Divê şopdarê peymanên Stenbol û 6284 bin. Divê jin li dijî her cureyê şîdetê piştevaniyê mezin bikin.”