'Ji bo azadiya jinan û Abdullah Ocalan mîsoger bibe, em ê her li ber xwe bidin'
- 09:04 20 Tîrmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê bi cih bûne, di derbarê peyam û nameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe parve kirin û gotin: "Ji bo azadiya jinan û Rêber Apo mîsoger bibe, em ê her li ber xwe bidin, her tim fikra Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh bigirin."
Parezerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18'ê Hezîranê de hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêkiribûn. Abdullah Ocalan bi rêya hevdîtinê ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî, civakî û bi taybet rola jinê ya di civakê de name ji Gelê Kurd re bi rê kiribû. Jinên Kampa Berxwedanê li ser peyam û nameyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nêrîn û hestên xwe parve kirin.
'Divê em xwe ji bo her tiştî berpirsiyar bibînin'
Ji Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Berxwedanê Zozan Silêman li ser berxwedana jinan li Şehbayê axivî û wiha got: "Piştî derketina me ji Efrînê astengî ji aliyê rêxistinkirina kar de me dît. Lê tevî her tiştî me berxwedana xwe li dijî zehmetiyan domand û careke din xwe bi rêxistin kir. Ji bo em bigihêjin armanca xwe rizgarkirina Efrînê û azadiya Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan, em ê her berxwedana xwe bidomînin. Divê em xwe ji bo her tiştî berpirsiyar bibînin.”
'Em ê jin her dem li şoreşa xwe xwedî derkevin'
Di dawiya axaftina xwe de Zozanê bal kişand ser nameya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji jinan re şandiye û wiha got: "Divê em jin gavên pêşketî ji bo civakek azad û demokratîk bavêjin. Em ê her dem xwedî li keda Rêberê xwe derkevin. Em ê jin her dem li şoreşa xwe xwedî derkevin.”
'Her tim felsefeya Rêber Apo em ji xwe re bingeh digirin'
Bêrîvan Kiloşo jî kefxweşiya xwe ji bo namaya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ser ziman û wiha got: "Piştî 20 salan ji tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan hatibû ferzkirin me bi rêya berxwedan û çalakiyên xwe ev tecrîd şikand. Nameya Serok Apo a ku ji bo jinan hatibû şandin em pê kêfxweş bûn. Me hêzek û moralek ji nameyê girt."
Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan ji wan re bingeh e û wiha domand: "Em her tim fikra Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh digirin. Em ê li ser felsefeya Serok Apo xwe pêş bixînin û xwedî li projeya Netewa Demokratîk derkevin. Azadiya jinan bi azadiya Serok Apo ve girêdayî ye."
'Em jin em ê xwedî li keda Serokê xwe derkevin'
Nesrîn Şebo jî wiha got: "Piştî em koçber bûn li Şehbayê me zehmetî dît lê dîsa me berxwedana xwe domand. Nameya Serok Apo a ku ji me re şandiye ji bo pirsgirêkên di nava gel de çareser bike, rê û rêbazan nîşan dide. Em jî ketin wê ferqê ku divê xwe zêdetir bi pêş bixin, em jin bi hemû pêkhateyên xwe soz didin ku azadiya Serok Apo mîsoger bikin û xwedî li keda wî derkevin."