'Talankirina şûnwaran sûcekî navneteweyî ye'

  • 09:02 20 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Tolîn Muhemed 
 
ŞEHBA - Ji Rêveberiya Desteya Şûnwaran a Kantona Efrînê Esmahan Ehmed li ser destdirêjiya dewleta Tirk a di derheqê şûnwar û çanda gelê kurd de axivî û got: "Kiryarên dewleta Tirk ên li ser şûnwarên Efrînê berdewam dike. Bi armanca tunekirina dîroka gelê ku bi hezaran salan li ser wê axê niştecîh bûne, êrîş ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin."
 
Di dîroka 18'ê Adara 2018’an de dewleta Tirk û komên girêdayî wê, ketin Kantona Efrînê. Piştre talankirina çandê û şûnwarên herêmê zêdetir pêk hat. Têkildarî  mijarê ji Rêveberiya Desteya Şûnwaran a Kantona Efrînê Esmahan Ehmed axivî.
 
'Tê xwestin ku dîroka Efrînê bê tunekirin'
 
Esmahanê diyar kir ku êrîşa  li dijî çand û şûnwaran êrîşa li dijî rûmeta mirovahiyê ye û wiha got:"Dewleta Tirk di Efrînê de dixwaze dîrok û kevnşopiyên gelê kurd tune bike. Li ser vê esasê armanca wan a sereke ew e ku şûnwaran bi hemû rêbazên xwe yên hovane talan bike. Dewleta Tirk şûnwaran difiroşe dewletan. Her wiha hewl dide li cihên dîrokî projeyên xwe yê avahiyê bikin meriyetê."
 
'Nêzî 10 girên dîrokî jî hatine talankirin'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Esmehan bal kişand ser cihên li Efrînê hatine talankirin û wiha domand: "Hemû cihên dîrokî bi destên dewleta tirk û komên girêdayî wê hatine talankirin. Her wiha nêzî 10 girên dîrokî jî hatine talankirin. Weke Girê Ziravkê, Girê Meydankê, Girê Dêrsiwanê û hemû Girên li Efrînê hatine talankirin û hilweşandin."
 
'Talankirina şûnwaran sûcekî navneteweyî ye'
 
Esmeha di dirêjahiya axaftina xwe de wiha got: "Girê Endarê bû qurbana êrîşên dewleta Tirk, hemû kevir û nirxên ku bi hezaran salan li cihê xwe bûn bi rêya kiryarên dewleta Tirk hatin hilweşandin. Talankirina şûnwaran sûcekî navneteweyî ye. Divê dewletên Navneteweyî helwesta xwe li hember hovîtiya ku li ser şûnwaran tê meşandin bidin nîşandan. Divê Dewletên Navnetewî bê deng nemînin û ev dagirkerî were sekinandin. Şûnwarên Efrînê şûnwarên navneteweyî ye divê werin parastin."