Penaberên Mexmûrê: Em tu carî serî li hemberî êrîşan natewînin

  • 20:58 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdiyê meşek hat lidarxistin û êrîşên TSK'ê hat şermezarkirin û wiha hat gotin: "Bê dengiya Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê tê wateya alîkariya êrîşan. Dewleta Tirk û PDK bila bizane ku em tu carî serî li hemberî êrîşan natewînin û em ê ji xeta berxwedan û têkoşînê bidomînin."
 
Meclîsa Wargeha Şehîd Rustem Cûdî  (Mexmûr) li dijî operasyonên dersînor a TSK'ê meşek li dar xist. Penaberên li Wargeha Şehîd Rusten Cûdî, li ber Saziya Malbatên Şehîdan heta li ber navenda Neteweyên Yekbûyî  ya Wargehê meşiyan. Di meşê de pankartên wekî "Em êrîşên li ser wargeha xwe şermezar dikin”, “Tu kesek nikare vîna me tune bike” û  “Bimre îxanet bijî yekitiya Gelê Kurd” hatin vekirin û her wiha dirûşmên wekî “Bimre dagirkerî û îxanet” û “Bijî yekitiya Gelê Kurd” hatin berzkirin. 
 
'Li hemberî me êrîşeke hovane pêk tê'
 
Li ser navê penaberan Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûstem Cudî Huseyîn Mihemed daxuyaniya da û bal kişand ser êrîşan û wiha got: "Em wekî Gelê Kurdistanê di pêvajoyeke girîng ku ber bi serkeftinê ve diçin re derbas dibin. Li çar perçeyên Kurdistanê êrîşên dagirkerî û metîngerî li ser axa kurdistanê tên meşandin. Di sala 2014’an de Dewleta Tirk bi navê çeteyên DAIŞ’ê li ser Başûr û Rojavayê kurdistanê êrîşeke hovane pêk anî û wê demê de em hatin hedef girtin. Ji bo gelan şoreş tê wateya hebûnê. Lê ji bo Gelê Kurd pêkanîn Şoreşê tê wateya azadiyê.”
 
'Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê bêdeng in'
 
Huseyîn, di daxuyaniyê de bal kişand ser Şoreşa Rojava û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Roja Şoreşa Rojava û roja êrîşa Dewleta Tirk a li hemberî Mexmûrê ne tesadufiyê. Mexmur her roj bi êrîşên leşkerî û siyasî re rû bi rû dimînin. Bê dengiya Neteweyên Yekbûyî û hikûmeta Iraqê tê wateya alîkariya êrîşan. Dewleta Tirk û hevkarê wê PDK bila bizane ku em tu carî serî li hemberî êrîşan natewînin û em ê ji xeta berxwedan û têkoşînê bidomînin. Em êrîşê şermezar dikin." 
 
Çalakiya penaberên wargehê bi dirûşm, çepik û tilîliyan bi dawî bû.