23 Baroyên Tirkiyeyê: Têkoşîna me rûhê me zîndî dike
- 17:25 19 Tîrmeh 2019
- Rojane
WAN - 23 Baroyên bajaran li Wanê kom bûn û nobeta edaletê li dar xistin. Parêzeran banga edaletê kirin û wiha gotin: "Heta ku edalet pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin û têkoşîna me rûhê me zîndî dike."
Nobeta Edaletê ya ku 85 roj in li ber Edliyeya Stenbolê hatibû destpêkirin îro li Wanê hat lidarxistin. Di nobeta edaletê de serokên 23 baroyên Tirkiyeyê û parêzer tevlîbûn. Di nobeta edaletê de wêneyên hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê girtî yê berê Bekîr Kaya, serokê baroya Amedê yê ku hatî qetikirin Tahîr Elçî, parezerê girtî Selçuk Kozagacli û parêzera ku ji aliyê hevserê xwe ve hatî qetilkirin Muzeyyen Boylu hatin rakirin. Di nobeta edaletê de pankartên wekî "Em te ji bîr nakîn Tahîr Elçî" û "Destê xwe dirêjî parastina min neke" hatin vekirin. Di destpêke de serokê Baroya Wanê Zulkuf Ucar axivî.
''Lêgerîna me ya edaletê dê bidome'
Zulkuf, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hiqûqa Tirkiyeyê û wiha got: "Ji bo darazeke xweser me nobeta edaletê da destpêkirin. Em bi bawerîn ku heta ku Tirkiye nebe dewleteke hiqûqi dê edalet pêk neyê. Em ê her tim lêgerina xwe ya edaletê bidomînin."
'Em îtîraz dikin'
Serokê Baroya Antalyayê Polat Balkan axivî û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û wiha axivî: "Îtiraza me ya ji bo biryara Somayê heye, îtîraz me ji biryara qetlîama Çorluyê heye, îtiraza me ji Sîlîvriyê heye û em parêzer îtiraz dikn. Li ku derê bêmafî hebe em parêzer li wir in û îtiraz dikin.”
'Em nêzîkatiya darazê qebûl nakin'
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin di çalakiyê de Tahîr Elçî bibîranî û diyar kir ku her heftê li ber edliyeya Amedê ji bo dîtina kujerê Tahîr Elçî di nobeta edaletê digirin. Cîhan, wiha got: "Em dev ji doza xwe bernadin û em şopdarên bûyerê ne. Her roj li vî welatî bêhiqûqiyek pêk tê. Duh em bûn şahîdê bûyera Trabzonê. Kesên bi êrîşê re rû bi rû man hatin binçavkirin û li hemberî kesên êrîşkar ji tu tişt nehat kirin. Em nêzîkatiya darazê qebûl nakin.”
'Tevlî danişîna Pirsûsê bibin'
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Ocel ji bal kişand ser qetlîama Pirsûsê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ciwanên ku ji zarokên Kobaneyê pêlîstok kom kiribûn û berê xwe dabûn Pirsûsê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin qetilkirin. 4 sal derbas bû, lê hîna edalet pêk nehatiye. Em bang li hemû rêxistinan û baroyan dikin ku di 7'ê tebaxê re bên li Curmê Reş tevlî danîşîna Pirsûsê bibin."
'Têkoşîna me rûhê me zîndî dike'
Herî dawiyê parêzer Mebuse Teke axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser lêgerîna edaletê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em Tahîr Elçî, Selahattîn Demîrtaş û bi taybetî Roboskê yê jibîrnakin. Em bi kîjan nêrîn û bîrdoziyê bîn divê em lêgerîna xwe ya edaletê bi hevre pêk bînin. Ev têkoşîna me rûhe mê zindî dike. Hewcedarî bi yekîtiyê heye."
Nobeta edeletê bi dirûşmeyên ‘Heq, hiquq, edalet’ bi dawî bû.