Serlêdana malbatan a ji bo Îmraliyê nehat qebûlkirin

  • 14:28 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir.
 
Mehmet Ocalan û Vasîs Mazlum Dînç, ji bo bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîge Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di yek hucreyê de tê girtin re hevdîtin bike serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Lê serdozgeriya Bûrsayê bersîv da malbata Ocalan û daxwaza hevdîtinê red kir. 
 
Birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca bi xizmên xwe re li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgerê Komarê ya Bûrsayê daxwaza malbatan jî, red kir.
 
Serdozgeriyê bi hinceta "hejmara 5275" û “Sînordar kirina mafê hikûmxwaran" daxwaza malbatan red kir. Malbat, herî dawî di 5’ê hezîranê de, çûbûn hevdîtinê.