'Perdeya tarî ya li ser komkujiya Pirsûsê ranebûye'

  • 13:50 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de KCD'ê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku di encama êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dan û heta îro perdeya tarî ya li ser vê komkujiyê ranebû û dixwazin komkujiyê ji rojevê derxîn. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser komkujiya 4 sal beriya niha li Pirsûsê pêk hatî. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ciwanên çepgir û sosyalîst ên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya enternasyonal a ji bo piştevaniya Gelê Kurd û Şoreşa Rojava di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê kom bûn û wiha hat gotin: "Çeteyên terorê yên DAIŞ’ê di nava ciwanan de bombe teqandin. Di vê êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalist şehîd bûn û zêdetirî sed ciwan jî birîndar bûn."
 
'Hewl didin ser komkujiyê bigirin'
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşan kirin ku ligel ku di ser vê komkujiyê de 4 sal derbas bûn jî hêj “perdeya tarî” ya li ser vê komkujiyê ranebûye û daxuyanî wiha dom kir: "Hê jî berpirsyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê.  Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxînin."
 
'Li ser komkujiyê 4 sal derbas bûn'
 
KCD, di daxuyaniyê de bal kişand ser ciwanên ku komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: "Di 4’emîn salvegera komkujiyê de şehîdên Pirsûsê bi ruhê têkoşînê û bîr û baweriyeke xurt bi bîr tînin. Bi baweriya girêdana bîranîna wan; em soza ku ew daxwaz û hêviyên ji bo yekîtiya gelan, biratî û pêşerojeke azad û demokratîk ên şehîdên me canê xwe di rêya wê de dane bi têkoşîna xwe em ê bidin jiyîn û bigihînin serfiraziyê didin wan."
 
'Em ê têkoşîna xwe bilidtir bikin'
 
KCD, wiha bi dawî daxuyaniya xwe anî: "Girêdana bi bîranîna wan re, divê em rêxistiniya xwe xurtir bikin, têkoşîn hevpar bimeşînin û bi rûhê têkoşîna enternasyonal rê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn bidin. Bi van hest û ramanan em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Di şexsê şehîdên Pirsûs û Rojava de hemû şehîdên azadiyê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û em minêtdarê wan in."