Meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçeya Sîlopiyê starta xebatê da

  • 13:42 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçeya Sîlopiyê, beriya kongreya HDP’ê ya ku li navçeya Silopiyê dê bê li dar xistin taştê da jinan û starta xebatên xwe da. Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, anî ziman ku divê di kongreya HDP’ê ya Silopiyê de gelek zêde jin cih bigirin.  
 
Meclîsa Jinan a HDP’ê ya navçeya Sîlopiya Şirnexê, beriya kongreya HDP’ê ya  li navçeya dê bê lidarxistin li Parqa Yilmaz Guney  taştê da jinan û starta xebatên xwe da. li cihê ku taştê lê hat dayîn parnkarta bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “Em ê Rêxistina xwe Mezin Bikin” hat daliqandin.  Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, Hevserokên HDP û DBP’ê yên navçeya Silopiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Silopiyê û gelek jin tevli bernameya taştê bûn. Piştî taştê axaftin hatin kirin.
 
‘Em Şoreşa Rojava li hemû jinan pîroz dikin’
 
Di serî de Hevşaredara HDP’ê ya navçeya Silopiyê Fatma Gunduz axaftinek kurt kir. Fatma, bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmeha 2012’an ku hat destpêkirin û anî ziman ku jinên kurd pêşengtî ji şoreşê re kirine. Fatma wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Em Şoreşa Rojava di serî de li jinan û li tevahiya Gelê Kurd pîroz dikin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
'Sîlopî navçeya jinê ye'
 
Piştre Hevşaredara navçeya Silopiyê Adalet Fîdan axîvî û anî ziman ku  Silopî navçeya jinê ye û wiha got: “Beriya sê salan heval Pakîze Nayir, Sêvê Demîr û Fatma Uyar têkoşîna jinê û rola xwe li vê naçeyê nîşan dan û di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Em ê tu carî wan ji bîr nekin, li ser şopa wan bin û têkoşîna  xwe bilind bikin.”
 
Adalet, di berdewamiya axaftina xwe de got ku wê di demeke nêz de HDP'a Sîlopiyê kongera xwe li dar bixwe û ew hem ji bo rêxistinkirina jinê û hem jî ji bo kongreya HDP'ê îro hatine gel hev.  Fatma axaftina xwe wiha berdewam kir:  : “Di rêxistina me de hevserokatî û rola jinê gelek girîng e. Ger ku em dibêjin Silopî navçeya jinê ye divê em di kongreya HDP'ê ya Silopiyê de di rêvebiriyê de zêde cih bigirin. Ji ber ku êşa herî mezin li Sîlopiyê jinan kêşand û têkoşîna herî mezin dan. Divê jin xwedî biryar bin û di rêvebiriya HDP’ê de cih bigirin. Di rêvebiriyç de ger 14 kes hebin divê ji van herî kêm 7 kes jin bin û divê jin di nav her xebatê de cihê xwe bigirin.”
 
‘Em ê bi berxwedana xwe vê zilmê bi dawî bikin’
 
Herî dawî endama Meclîsa Dayikên  Aştiyê ya silopiyê Emîne Akiş axivî û wiha got: “Heta em sax bin em ê li ser şopa zarokên xwe bin. Em ê bi van laçikên xwe yên spî li qadan bin û têbikoşin. Em ê bi berxwedana xwe vê zilmê bi dawî bikin.”
 
Bername bi gerandina govendê û bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.