KCD: Şoreşa Rojava bû temînata azadiya gelan

  • 13:27 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCD bi minasebeta 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava daxuyaniyek da û da zanîn ku Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan pêş ket, di nava 6 salan de guherînên mezin ên şoreşî û civakî pêk anî, bû temînata azadiya gelan.
 
Bi minasebeta 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de da zanîn ku bi moral, kelecan û coşeke mezin Şoreşa Rojava pîroz dikin. Di axuyaniya nivîskî ya KCD'ê de hat destnîşan kirin ku di nav 6 salan de guherînên mezin pêk hatin û wiha hat gotin: "Em di serî de Şoreşa Rojava, li Gelê Kurd û hemû Gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan pêş ket, di nava şeş salan de guherînên mezin ên şoreşî û civakî pêk anî û bi şahidiya mirovahiyê destanên mezin di nava rûplên dîrokê de nivîsand. Her geşendan û nirxên nû yên derxist holê û bi xwe re vîna mirovan, rêxistiniya wan û hêza cewherî ya gelan derxist holê."
 
'Pergal bû temînata azadiya gelan'
 
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku Şoreşa Rojava li hemberî modernîteya kapîtalist û sîstema paşverû-dagirker a herêmî, ji hemû gelên Rojhilata Navîn rêya azadî serfiraziyê vekiriye û bûye modela alternatîf. Daxuyanî wiha dom kir: "Şoreş sîstemeke nû ya ji bo Gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn ava kiriye û ev sîstem bûye şewq û hêviya hemû gelan. Sîstema li ser bingeha nirxên demokratîk û civakî hatiye avakirin, li Sûriyeyeke demokratîk ji hemû gelan, bîr û baweriyan, çandan re bûye projeya jiyana bi hev re ya di nava aştî, wekhevî û biratiyê.  Her wiha ev sîstem bûye temînata azadiya gelan."
 
'Pergala dagirkeriyê têk çû'
 
KCD, di daxuyaniya xwe de qala azadî, demokratîkbûn û berxwedana gel kir û wiha hat diyar kirin: "Şoreşa Rojava bi Kurdistan û Sûriyeyê re li seranserê Rojhilata Navîn bûye modela avakar û pêla şoreşa nû ya azadî û demokratîk bi xwe re derxistiye holê. Hêzên dagirker û paşverû yên herêmî şoreşê wekî gefekê dîtine û çeteyên DAIŞ’ê şandin ser vê şoreşê. Bi azadkirina Kobanê, Minbiç, Reqqa û bajarên din re di şexsê DAIŞ’ê de li hemberî sîstema dagirker a herêmî serkeftin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ne tenê ji bo gelê kurd di heman demê de ev şoreş bûye berxwedan û serkeftina hemû gelên herêmê û wijdanê hemû mirovahiyê. Xwedîderketin, piştgirî dayîn û jiyandina şoreşa Rojava tê wateya jiyandin û xwedîderketina daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiya Gelên Rojhilata Navîn."
 
'Em cangoriyên xwe bi bîr tînin'
 
KCD, wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em 7’emîn salvegera Şoreşa li gelê me yê welatparêz ku ev şoreş pêk anîne, şervanên enternasyonalist û hemû hêzên demokratîk ên navneteweyî û neteweyî yên keda wan di vê şoreşê de çêbûnê spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Hemû cangoriyên bi jiyana xwe ev şoreş pêk anîne bi rêzdarî û minêtdarî bi bîr tînin."