Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Çinarê gel vexwendin mîtinga 22'ê Tîrmehê

  • 10:44 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Çinarê bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun gel vexwendin mîtînga ku ew ê di 22'ê Tîrmehê bi dirûşma "Ji bo jiyanek bi rûmet çareseriyek demokratîk" li Amedê pêk were. 
 
Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Çinarê bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun gel vexwendin mîtînga ku ew ê di 22'ê Tîrmehê bi dirûşma "Ji bo jiyanek bi rûmet çareseriyek demokratîk" li  Qada Îstasyona Amedê pêk were. Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên Çinarê bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun belavok li esnafên Çinarê belav kirin. Her wiha Hevserokên Şaredariya Çinarê Necla Tamriş û Bedri Kaya jî beşdarî xebata vexwandina mîtîngê bûn. Hemû esnafên Çinarê ji bo mîtingê hatin vexwandin. 
 
Di dema serdanan de Remziye Tosun diyar kir ku hatina gel hevdu ya ji bo daxwaza demokrasî û aştiyê girîng e.