Jinên Kurd, Ereb û Suryan: 19’ê Tîrmehê banga azadiyê ye

  • 10:04 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Hesekê yên Kurd, Ereb û Suryan 7’emîn salvegera şoreşa 19’ê tîrmehê pîroz kirin û gotin: “Serkeftinên ku me bi dest xistiye hemû bi berxwedan û têkoşîna jinê ye.” 
 
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê, bi pêşengtiya gelê Kurd, pêkhateyên Ereb, Suryan, Ermenî û Çerkez li hember pergala desthilatdar a Rejîma BAAS'ê ya Surî serê xwe rakirin û ji bindestî, newekheviyê re gotin na. Ji Kobanê heta Efrînê, heta Dêrik û Qamişloyê alê xweseriyê li ba bûn û gel derfetê  xwebirêvebirinê afirinadin. Di warê siyasî, leşkerî, aborî û civakî de êdî yê pêşeng û pergal dadimezirandin gel bi xwe bû. Bayê azadî, wekheviyê hêviyek bi hezaran salan bû û êdî ew dem hatibû. 
 
‘Xeta sêyemin’ rê dida ku hemû pêkhateyên din zimanê wan neyê pişaftin û her pêkhate mafê xwe bi dest bixe û çand û zimanê xwe bide jiyîn. Şoreşa 19'ê tîrmehê ne tenê ji bo gelê heremê ji bo hemû mirovahiyê  bi demê re bû hêviya azadiyê. Ji bo wê jî ji gelek welatan rexistinê çepgir, kesên legerînvanên azadiyê ne berê xwe dan berxwedana li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê. Şoreşgerê enternasyonalîst yên wek Ivana Hoffman, Anna Cambel, Alina Sanchz, Ayşe Deniz Karacagil û hwd. bûn parçeyek ji wê çîroka azadiyê. Gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo ku destkeftiyên xwe biparezê li hember hêza tarî ya DAÎŞ'ê sekinî. 
 
Bi pêşengtiya jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkezan jî di nava Şoreşa 19'ê Tîrmehê de cihê xwe girtin. Şoreşa 19'ê Tirmehê bi rengê wan geştir bû. Hemu cîhanê qala lehengî û berxwedana jinê ya di eniyên cengê de li berxwe didan.  Me jî di derbarê şoreşa 19’ê tîrmehê de cih da nêrîn û hestê jinên Kurd, Ereb û Suryan.
 
‘Şoreşa 19’ê tîrmehê bi azadiya jinê tê naskirin’
 
Ji Rêveberiya navçeya Xerbî ya bajarê Hesekê Zehra Şêx Meter ya ku ji pêkhateya Kurd e, li ser 19’ê tîrmehê a bi şoreşa jinê tê naskirin wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ez di destpêkê de 19’ê tîrmehê li hemû jinên Rojhilata Navîn pîroz dikim. Ji ber heta dema niha hemû serkeftinên ku me bi dest xistiye bi saya jinê ye û li Rêber Apo jî pîroz dikim. Ji xwe ne ji fikr û felsefeya wî ba, heta niha wê jin di nava çar dîwarê malê de hatibaya hiştin. Şoreşa 19’ê tîrmehê ne tenê ji bo gelê kurd bû, ev şoreş ji bo azadiya hemû pêkhateyan bû.” 
 
‘Jin beriya şoreşê di çarçoveyek teng de dijiya’
 
Zehra diyar kir ku beriya şoreş dest pê bike jinan di çarçoveyek teng de jiyana xwe berdewam dikir û tenê di malê de kar dikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji zaroktiya min malbat min fêrî çarçoveyek teng kiribû. Yanî digotin mezin bibe, bizewice û bi biryara hevjînê xwe tev bigere. Jixwe ne tenê ez hemû jinan ev êş dikişandin. Lê bi destpêka şoreşa 19’ê tîrmehê min wekî jin xwe nas kir, mafê xwe nas kir. Niha jî ez tevlî kar û xebatê bûme. Ev hemû bi saya Rêber Apo bû.”
 
Zehra herî dawî bang li hemu jinan kir da ku xwe di çarçoveyek teng de nehêlin û ji bo welatekî azad xwe perwerde bikin. Birêxistin bikin û xwe pêş bixin. 
 
‘Wekheviya navbera jin û mêr mîsoger kir’
 
Ji Rêveberiya Kongra Star Helîma Ehmed ya ku ji pêkhateya Ereb e bal kişand ser guhertin û veguhartinên şoreşê yên di civakê de û wiha got: “Şoreşa 19’ê tîrmehê gelek guhertin çêkir û wekheviya di navbera jin û mêr de mîsoger kir. Di destpêka şoreşê de gelek sazî hatin avakirin ew jî ji bo jinê û pirsgirêkên ku pê re derdikevin çareser bikin. Şoreşa me bi têkoşîn û berxwedana jinê hatiye naskirin. Ji ber heta jinên di mal de jî bi fikrê xwe li hember tundiyên civakî û malbatî disekinin.”
 
Helîma da zanîn ku heta jin xwe ji malbatê azad neke nikare kar û xebatê bike û wiha domand: “Divê jin di destpêkê de xwe ji zextên malbatê rizgar bike ji bo karibe karekî serkeftî ji civaka xwe re bike. Divê jin werin perwerdekirin heta karibin li hember vê hişmendiya deshilatdar bisekinin û wek jin mafê wê di nava civakê de bê naskirin.”
 
‘Jinên Sûryanî hebûna xwe isbat kirin’
 
Endama Komîteta Ciwan û Werzîşê a Bajarê Hesekê Hîba Asiya ya ku ji pêkhateyên Suryan e li ser şoreşa 19’ê tîrmehê ev nirxandin kir: “Her kes dizane şoreşa 19’ê tîrmehê bi şoreşa jinê û şoreşa wekheviya di navbera jin û mêr  de hatiye naskirin. Jinên Suryan û bi taybet jinên ciwan yên Sûryan rolek pir girîng di vê şoreşê de lîstin û hebûna xwe isbat kirin. Bi pêşengiya jina Kurd wateya azadiyê û şoreşê hat famkirin. Em ê hemû jin bi hev re têkoşîna ji bo azadiyê bidomînin."