Jinên operasyonên dersînor şermezar kirin: Divê bibin şirîkê aştiyê ne yê şer

  • 09:11 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
WAN - Jinan bertek nîşanî operasyona TSK'ê ya bi navê "Pençe" dan û bal kişandin ser bêdengiya hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê. Jinan destnîşan kir ku divê Barzanî nebe hevkarê vî şer ê. 
 
Di 27'ê gulanê de Hêza Çekdar a Tirk (TSK), bi navê "Pençe" li Xakûrka Herêma Federal a Kurdistanê operasyonek da destpêkirin. Jinên Wanê li hemberî operasyonan bêdengiya rêveberiya Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kirin û nêrînên xwe ji ajansa me re parvekirin. 
 
'Operasyona dersînor qebûl nakin'
 
Mecbure Kaçak, di axaftina xwe de bal kişand ser operasyona dersînor û wiha axivî: "Operasyonên li derveyî welat bi tu awayî erê nakîn. Her wiha helwesta hikûmeta başûr ji nayê qebûlkirin. Operasyonên li başûr bi piştgiriya hikûmeta başûr ve dest pê kir. Divê Barzanî operasyona li dijî gelê xwe bide sekinandin. Em şer naxwazin û em bang li Barzanî dikin ku bila bes xwîna gelê xwe birîjîne.” 
 
'Nebin şirîkê AKP'ê'
 
Nazê Çîntan, destnîşan kir ku divê Barzanî nebe hevkarê  wî şer e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hikûmeta başûr bi vê helwesta xwe xayîntiyê dike. Me digot Barzanî ji me ye dê mafê Gelê Kurd biparêze lê niha li hemberî gelê xwe ye. Dê roj bê ew ê hesabê bidin. Gava ku mijar dibe kurd herkes dibe tifaq em vê helwesta netewdewletan qebûl nakîn. Bi salane li ser serê Gelê Kurd ferman heye ji ber çi? Ji ber ku em kurdîn û em bindestiyê naxwazîn. Em bang  Barzanî dikîn ku bila ne be şirîkê AKP’ê."
 
‘Divê bibin şirîkê aştiyê ne yê şer' 
 
Sarya Abî, di axaftina xwe de bal kişand ser bêdegî û êrêkirina operasyona dersînor û wiha got: "Ez wekî dayikek bang li Barzanî dikim, çima rê dide dijminan. Barzanî ji kurd e. Xwîn bi xwînê nayê şûştin, êdî bese. Divê bibe şirîkê aştiyê ne ya şer. Bi rijandina xwînê tu kes naghije armanca xwe. Em hevkariya bi AKP’ê re qebûl nakîn û divê ev operasyon bên bi dawî kirin."
 
‘Bibin tifaq û lîstîkan vala derxînin'
 
Sînem Çîntan ji bang li hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê kir û got ku li dijî operasyonên dersînor derkevin. Sînem, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi bombe kirina Kurdistanê Gelê Kurd xelas nabin. Çima Barzanî dibe amûrê şer ê AKP'ê? Em doza aştiyê û azadiyê dikin. Bila êdî xwîn neyê rijandin. Bila nebin amûrên polîtîkayên AKP’ê. Heke Gelê Kurd bibe yek dê tu hêz nikare pêşiya kurdan bigire. Bibin tifaq û van lîstîkan vala derxin.”