Qeyûm piştî malê şaredariyê yê nayê barkirin gelek alav jî hîbe kirine
- 09:09 19 Tîrmeh 2019
- Rojane
ŞIRNEX – Qeyûmê Şaredariya Cizîrê ku avahiya Şaredariyê dewrî Qeymeqamtiyê kir, derket holê ku gelek malê tê barkirin yê şaredariyê jî hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û Muftîtiya Navçeyê kiriye.
Di hilbijartinên heremî yên 31’ê Adarê de ji sedî bi 77,4 dengan Şaredariya Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji qeyûm hat girtin, Berîvan Kutlu û Mehmet Zirig wek hevşaredar hatin hilbijartin. Hevşaredaran, berê jî diyar kiribûn ku dema qayûm tayînî şaredariyê hatiye kirin 36 mîlyon TL di qaseya şaredariyê de hebûye û li gel vê jî şaredarî dema ji qayûm girtine 220 mîlyon û 793 TL deynê şaredariyê hebûye. Herwiha ji xeynî van jî gelek malê şaredariyê ku nayê barkirin di nav 4 mehên dawiyê de bi destên qayûm dewrî Midûriyeta Perwerdeya Mîllî ya Navçeyê, Midûriyeta Emniyeta Navçeyê û Muftutiya navçeyê hatiye kirin. 3 saziyên ku malê nayê barkirin ê şaredariyê ne û dewrî saziyên navê wan li jor hatine nivîsandin kirine ev in:
“* Navenda Çandê ya ku li Taxa Nurê ye, dewrî Midûriyera Emniyetê ya Navçeyê hat kirin.
* Navenda Jinê ya Sîtiya Zînê ku Taxa Dîcleyê ye, di 8’ê Çileya 2019’an de dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî ya Navçeyê hat kirin.
* Mala Şînê û Navenda Jinê ya Nurê, di 8’ê Çileya 2019’an de dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî ya Navçeyê hat kirin.”
Malê tê barkirin
Li Şaredariya Cizîrê ku bi deynan di rojevê de ye, derket holê ku ji xeynî mal nayê barkirin gelek malê ku tên barkirin jî dewrî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî ya Navçeyê, Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û Miftîtiya navçeyê hatine kirin. Mal tê barkirin ku hatiye hîbekirin wiha ye:
“*Cihazek X-Rayê, hîbeyî Qeymeqamiya Navçeya Cizîrê hatiye kirin.
* Cihazek X-Rayê ya Difraktometre, hîbeyî Midûriyeta Emnîyetê ya Navçeya Cizîrê hatiye kirin.
* Kamyonetek, hîbeyî Midûriyeta Emnîyetê ya Navçeya Cizîrê hatiye kirin.
* 2 cîhazên elektronîk û Skorbordek, hîbeyî Midûriyeta Spor û Xizmetên Ciwanan hatine kirin.
* 10 projeksiyon, hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî ya Navçeyê hatine kirin.
* 4 Depoyên Avê, hîbeyî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê hatiye kirin.
* Makîneyek şûştinê, hîbeyî Miftîtiya Navçeyê hatiye kirin.
* Wênekêşek û flaşa serê wê, hîbeyî Qeymaqemtiya Navçeya Cizîrê hatiye kirin.
* 2 makîneyên fotokopiyê, Qeymaqemtiya Navçeya Cizîrê hatine kirin.
* Klîmayek, hÎbeyî Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê hatiye kirin.
* Santrala Telefona IP’ê, hÎbeyî Qeymaqamtiya Navçeyê hatiye kirin.
* 7 Tente, hîbeyî Miftutiya Navçeyê hatine kirin.
* 4 Cihazên Tedawî û Teşhîsa Diranan, hîbeyî Navenda Tendûristiya Diran û Dev a Cizîrê hatine kirin.
* 18 dolebên ahşap, 4 dolabên mitbexan, 18 sehpayên Televîzyonê, 30 Ejater û bankoyek, hîbeyî Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatine kirin.
* Megalighteke ronî ya ku hereket dike, 18 clp yên bi ronî, 18 bîllboardên ronî, hîbeyî Qeymaqemtiya Navçeya Cizîrê hatine kirin.
* 20 refên pirtûkan, 25 Mase, 100 kursî, hîbeyî Midûriyeta Pirtûkxaneya Nançeyê hatine kirin.
* 10 klîma û 10 jî qulîbeyên nobetê, hîbeyî Midûtiyeta Emnîyeta Navçeyê hatine kirin.
* 44, 684 qamerayên mobesê û 69 jî cîhazên qeydê, hîbeyî Midûriyeta Perwerdehiya Mîllî ya Navçeya Cizîrê hatine kirin.”