'19’ê Tîrmehê çirûska berxwedanê ye'
- 09:05 19 Tîrmeh 2019
- Rojane
Rojda Seyidxan-Hêlîn Mihemed
QAMIŞLO - Berdevka Têkiliyên Diplomasî ya Kongreya Star a Rojava Nejbîr Teyar derbarê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxandin kir. Nejbîr bal kişand ser berxwedan û rola jinê û got: "Jina Kurd li seranserî cîhanê bû sembola azadîxwazan. 19’ê Tîrmehê çirûska berxwedanê ye. Jina Kurd pêşengiya vê berxwedanê kir."
Derbarê salvegera şoreşa jinê ya Rojavayê Kurdistanê ku 19'ê tîrmeha 2012'an dest pê kir, Berdevka Têkiliyên Diplomasî ya Kongeya Star a Rojava Nejbîr Teyar nirxandin kir.
Çîrûska 14'ê tîrmehê gihaşt Kobanê
Nejbîrê diyar kir ku di 19’ê Tîrmehê de çirûska 14’ê tîrmehê gihaşt Kobanê û li bajarên Rojava belav bû û wiha dom kir:"Salvegera 19’ê tîrmehê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gel û hemû şehîdên Şoreşê pîroz be. 19’ê Tîrmehê wek çirûskeke berxwedanê dest pê kir. Ya herî rast ku di 14’ê Tîrmehê de şoreş di hundirê zindana Amedê de dest pê kir heta roja me ya îro. Di 19’ê Tîrmehê de çirûska 14’ê Tîrmehê gihaşt Kobanê û li Rojava belav bû, gel li hemberî faşîzma dewleta Tirk tevî êş û zehmetiyan li berxwe dan. Gelê kurd îxanet li ser xwe qebûl nekir. Her dem li hemberî faşîzmê xwedî helwest in. Tevî ewqas pilanên navnetewî û şert û mercên gelê Sûriyê tê de jiyan, gelê kurd xwe bi rêxistin kiri. Helwestên kurdan hişt ku azadiya her netewî derkev pêş, ev yek pir girîng bû ji bo ku netewên din jî mafê xwe bixwazin."
Rêveberiya Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê li ser kedê hatiye avakirin
Nejbîrê wiha berdewam kir: "Kurdan di 19’ê Tîrmehê de serî hilda û bandor li tevahî netewên li herêmê kir. Çimkî ew jî di nava şoreşê de man û zor û zext dîtin, di 19’ê tîrmehê de hate xuyankirin ku jiyanek hevbeş layiqî me ye. Çiqasî em 19’ê Tîrmehê di asta berxwedanê de binirxînin di eynî demê de jî di asta xweşikbûnê de jî divê em binirxînin. Rojava piştî 19’ê Tîrmehê hate guhertin. Wateya jiyanê xweştir bû. Têkoşîna di 19’ê Tîrmehê de hate dayin îro encamê wan di xebatê de xuyaye, çimkî Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Suriyê, sazî, komîn û Meclis li ser wê kedê hate avakirin."
Bandora têkoşîna jinên Rojava li tevahî cîhanê belav bû
Nejbîrê bal kişand ser têkoşîn, berxwedan û pêşketina jinê ya di şoreşa 19’ê tîrmehê de û got: "Jinan berxwedaneke pir mezin di 19’ê tîrmehê de di hemû qadan de nîşan da. Jin xwedî li mal, zarok, ax û nasnameya xwe derket. Di aliyê leşkerî, civakî, çandî de rolek girîng hat lîstin. Serkeftinên ku jinên Rojava bi dest xistine bû sedema ku jinên cîhanê jî ji şoreşê bi bandor bibin. Bandora têkoşîna jinên Rojava li tevahî cîhanê belav bû."
Jin têkoşîna xeta azadiyê didomînin
Nejbîrê da zanîn ku tevî jinan zor û zehmetî dîtin dev ji xeta azadiyê bernedan û got: "Bi serkeftinên mezin ên Şoreşa Rojava , dewleta Tirk bi kiryarên xwe her dixwest derbeyekê li van serkeftinan bixe. Jinên Kurd ên Êzidî li Şengalê hatin hedef girtin û nêzî 5000 jinên êzîdî hatin revandin û hemû cûreyên tundiyê li ser wan hate meşandin. Jin çiqasî rastî êş û zehmetiyan hat lê tu carî dev ji xeta azadiyê bernedan û têkoşîna xwe heta roja îro didomînin."
Divê ku çirûska 19’ê Tîrmehê bi dawî nebe
Nejbîrê di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê ku çirûska 19’ê Tîrmehê bi dawî nebe, roja 19’ê Tîrmehê her di dilê mirovan de bi awayekî ronî bijî û roniya wê bandor li hemû cîhanê bike. Em ji ser xeta berxwedanê venegerin çimkî her sal di 19’ê Tîrmehê de dewleta tirk gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû dike, lê dîsa gel li ber xwe dide. Tişktek nikare hêza gelê azadîxwaz bişkîne. Jina Kurd li seranserî cîhanê bû sembola azadîxwazan. 19’ê Tîrmehê çirûska berxwedanê ye. Jina Kurd pêşengiya vê berxwedanê kir."