'Ji bo hêza hişmendiya dagirker kêm bibe, helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e'

  • 09:03 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşeroj a şaxa Şehbayê Îman Elî derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava de axivî. Îmanê got: "Dewleta Tirk bi avakirina herêmên Ewle dixwaze hem axa Başûrê Kurdistanê hem jî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Ji bo hêza dewleta tirk kêm bibe, di vir helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e. Ji bo hêza hişmendiya dagirker kêm bibe, helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e."
 
Operasyona leşkerî ya dewleta tirk a derveyî sînor berdewam dike. Êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava her ku diçe zêde dibe. Têkildarî mijarê de Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşeroj a şaxa Şehbayê Îman Elî axivî. Îmanê got:"Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê xala projeya Netewa Demokratîk girîng e. Divê ev xal baş bê famkirin û tevgera gelê Kurd ji aliyê yekîtiyê ve bê xurtkirin."
 
'Ji bo alozî dirêj bibe demokrasî hedef hat girtin'
 
Îmanê diyar kir ku hêzên desthilatdar ji bo aloziya li Sûriyeyê mezintir bibe her di nava hewldanê de ne û wiha got:"Ev bû 9 salê Sûriyeyê ku ji aloziyek mezin derbas dibe. Ev aloziya bû sedem ku bi hezaran gel koçber bibin û bigihêjin asta şahadetê. Ji bo aloziya Sûriyeyê dirêj bibe bi serkêşiya dewleta tirk hêzên derve her dem polîtayên talanê û şer esas girtin. Ji bo alozî dirêj bibe demokrasî hedef hat girtin. Bi rêya avakirina Hêrêmên Ewle dewleta tirk dixwaza Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê dagir bike û tevliheviyê derxe. Divê em her dem li dijî van lîstikan hişyar bin." 
 
'Ji bo hêza dewleta tirk kêm bibe, helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e'
 
Îmanê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi piştgiriya komên çeteyên di Efrîn, Cerablûs, Ezaz û El Babê aloziya li Sûriyeyê tê kûrkirin. Dewleta tirk her dem piştgiriyê dide van çeteyan. Dewleta Tirk bi avakirina herêmên Ewle dixwaze hem axa Başûrê Kurdistanê hem jî ya Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dagir bike. Ji bo hêza dewleta tirk kêm bibe, di vir helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e. Ji bo hêza hişmendiya dagirker kêm bibe, helwesta yekîtiya Gelê Kurd girîng e. Ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê xala projeya Netewa Demokratîk girîng e. Divê ev xal baş bê famkirin û tevgera gelê Kurd ji aliyê yekîtiyê ve bê xurtkirin."