Jinên Ereb: Şoreşa 19'ê Tîrmehê jiyana me bi awayekî erênî guhert

  • 09:02 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Jinên Ereb ên ji Herêma Firatê bi wesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 7'emîn de, di derbarê bandora şoreşa 19'ê Tîrmehê de gotin: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji jinên Ereb re bû palpişt, enerjiya me ya veşartî derxiste holê û li hember zihniyeta baviksalarî ku jin hedef digirt bû alternatîfa rizgariyê."  
 
Bi geşbûna agirê şoreşa 19'ê Tîrmehê re, Gelê Rojavayê Kurdistanê dest bi xebatên xwe yên rêxistinî û ji nû ve avakirinê kir. Lê ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê ango Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî Gelê Kurd pêkhateyên cuda hebûn, gel pêwistî dîtin ku pergaleke wisa ava bikin ku hemû pêkhateyên herêmê di bin sîwana wê de bijîn. Lewra Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta 3'emîn ango pergala Netewa Demokratîk ji bo xwe hilbijartin û li ser vê bingehê rêxistina xwe ya civakî, siyasî, leşkerî û diplomasî berfirehtir kirin. Niha jî bi saya serhildana 19'ê Tîrmehê ku weke bihara gelan û şoreşa jinê tê binavkirin ev 7 sal in ku gel bi rengekî demokratîk di bin heman felsefeyê de dijîn. Jinên Ereb ên ji Herêma Firatê bi wesîleya salvegera şoreşa 19'ê Tîrmehê di sala 7'emîn de, di derbarê bandora şoreşa 19'ê Tîrmehê nêrînên xwe parve kirin. 
 
'Şoreşa 19'ê Tîrmehê palpişta jinên Ereb bû'
 
Jina bi navê Emel Mustefa ku ji bajarokê Sirînê ye û hevjînê wê di nava rêfên berxwedêran de cihê xwe digire, wiha nêrîna xwe anî ziman: "Serhildana 19'ê Tîrmehê şoreşa jinê ye, ji ber ku di jiyana jinên ereb de guhertinên gelek mezin û bi wate da çêkirin. Jinan bi saya vê raperînê nasname û dîroka xwe nas kirin, me jî ferq kir ku çiqas jin ji rastiya xwe hatibûn dûrxistin. Dema ku palpişta mirovan hebe, mirov dikare bi baweriyeke mezin armanca xwe pêk bîne. Ji ber vê jî şoreş ji bo me palpişt bû ku em bi bawerî û hêzeke mezin ber bi azadiyê ve biherikin."
 
'Şoreş teqîna enerjiya jinê ya veşarîtî bû'
 
Her wiha Kefa Ebo ku ji bajarokê Hîşê ya navçeya Eyn Îsa ye, rewşa jinan ya berî û piştî şoreşê anî ziman û wiha got: "Beriya ku pêlên şoreşê bighêjin herêmên me, jin di bin zexta civaka zayendperest de bûn. Her wiha rola wê di rêvebirina civakê de lawaz bû, ji ber vê jî her tim di bin siya desthilatdariya mêran de dima. Jin bê destûra mêran dernediketin, ji biçûkaniyê ve di mêjiyê me de fikrek wiha ava dikirin ku jin koleyê mêr e. Divê tenê li mal li zarokan binêre. Yanî bi giştî jin di mal de hatibû fetisandin. Lê Şoreşa 19'ê Tîrmehê di destpêkê de hevsengiya di navbera jin û mêr de bi xwe re anî. Bi rêya pergala netewa demokratîk ku yek ji berhemên şoreşê ye û jinan enerjiya xwe ya veşartî derxist. Bi taybet jinên Ereb bûn xwedî roleke çalak di  hemû qadan de. Bi saya Şoreşa Rojava jinên Ereb jî rizgar bûn."
 
'19'ê Tîrmehê jin derbasî qonaxeke nû kirin' 
 
Herî dawî Îbtîsam Mihemed ku ji Kantona Girî Spî ye diyar kir ku ew hîna têdikoşin  da ku jinên Girî Spî hemûyan tevlî şoreşê bikin û wiha dewam kir: "Di van salên dawî de gelek hêz di Bakurê Sûriyê re derbas bûn, ev yek jî bandoreke neyinî li ser civakê da çêkirin. Her hêzekê hovîtî, teror, kuştin, komkujî û koçberî bi xwe re dianîn, herî zêde jî van hêzan jin hedef digirtin. Lê bi hatina 19'ê Tîrmehê re jin derbasî qonaxeke nû bûn. Li Kantona Girê Spî ji ber ku jinan zext him ji hêzên derbasbûyî û him ji adet û kevneşopiyên civakê yên çêkirî didîtin, lîstina roleke çalak di civakê de lewaz bû. Her wiha li herêma me zagonên eşîrtiyê jî jinan di xelekeke teng de dorpêç dikir. Loma guhertin û veguhertina vê zihniyetê demek dirêj girt. Niha ji sedî 50 me fikra xwe gihandiye jinan û em hîn jî di têkoşîna beşdarkirina hemû jinan a vê şoreşê de ne. Şoreşê em ber bi azadiyê ve herikand."