Jinên rewşenbîr 19'ê Tîrmehê bi şevbirkeke helbestê bi bîr xistin

  • 08:52 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Bi boneya salvegera şoreşa têkoşîn û azadiyê 19'ê Tîrmehê Yekîtiye Rewşenbîrên Jin yên Herêma Cizîrê şevbirkek helbestê li dar xist.
 
Bi pêşengtiya Yekîtiye Rewşenbîrên Jin ên Herêma Cizîrê, li navenda Meclîsa navçeya Amûdê ya Kantona Qamişloyê û bi beşdarbûna jinên rewşenbîr şevbihêrka helbestê  bi boneye salvegera şoreşa 19'ê tîrmehê hat lidarxistin. Di şevbihêrkê de jinên rewşenbîr hestên xwe yên şoreşgerî li ser bûyerên ku  di nava salên şoreşê de qewimîne  bi helbestên xwe pêşkêş kirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftina Nûnera Rewşenbîrên Jin a Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM'ê Kewser Mardînî ve şevbihêrka helbestê hat destpêkirin. 
  
'Şoreşa 19' ê Tîrmehê şoreşa serkeftinê ye'
 
Kewserê di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedan û têkoşîna jinê û wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa mirovahiyê û aşîtiyê ye. Bi hatina salvegera vê şoreşê em wekî jin tim xwe xwediyê mîrasê vê şoreşê dibînin. Ji ber guhertinên ku di nava salan de hatin çêkirin û destekeftiyên ku hatin bidestxistin bi saya keda jina pêşeng bû. Jinên Kurd ji tekoşînê hez dikin û ji bo azadî û doza gelê xwe di êniyên pêş de her dem li ber xwe dan. Helbet di oxira vê şoreşê de me gelek bedelên giranbûuha dane, ji bo wê jî şoreşa 19'ê Tîrmehê di tevahî Rojhilata Navîn de şoreşa serkeftinê ye."
 
Piştî axaftinê  rewşenbîrên jin helbestên xwe xwendin. 
 
Helbestên ku hatin xwendin  li ser mijarên Kurdistan "eşqa bê dawî",  Xerîb Diyar "xerîbê welat", Rojava "nepirse", Leyla Guven "êşa bi şê, şewata zeviyan" tu kes nikare roja me tarî bike" û Efrîn "tu yê rizgar bibe bûn.
 
Şevbirka helbestê  ya jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.