Balafirên TSK’ê êrîşê kampa Mexmûrê kirin: 2 kes birindar bûn

  • 08:28 19 Tîrmeh 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Balafirên TSK’ê li Wargeha Şehîd Ruste Cûdî dan û di encama êrîşê de 2 ciwanên wargehê birîndar bûn.
 
Balafirên Hêzên Çekdarî ya Tirk (TSK) duh şev bi balafirên şer derdora wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bombebaran kirin û di encamê de 2 ciwanên wargeha penaberan birîndar bûn. Di  bombebarana balafiran de cihê ku gel pezê xwe lê diçêrîne hat hedef girin.
 
Ev cara 3'yemîne ku TSK’ê êrîşê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya penaberan dike. Di êrîşa yekem a sala 2017’an de 5 endamên ewlekariya hûndirin jiyana xwe ji dest dabûn. Êrîşa duyem ji di sala 2019’an de pêk hat û di encamê de 4 kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan. Cara 3'yem jî duh şev di 18’ê tirmehê de pêk hat û 2 ciwanên wargeha  penaberan birîndar bûn û wan rakirin nexweşxaneya wargehê. Hemû gelên wargeha penaberan herikîn ber nexweşxaneyê û ziyaretan ciwanên birîndar kirin. 
 
Piştre Hevserokê Semta 3'yem Muhemd Kara ji girseya gel re axivi û êrîşa balafirên TSK’ê şermezar kir û wiha got: "Ev bû 25 sal in ku em ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk bûne penaber û li axa Iraqê dijîn. Me heta niha gelek êş, zor, zehmet û êrîş dît. Wargeha me wargeheke sivîle û bi qasî 15.000 sivîl tê de dijîn. Ev bû sê car ku ji aliyê Dewleta Tirk ya Faşît ve  wargeha me tê bombebaran kirin. Em bang li Neteweyê Yekbûyî û saziyên  mafê mirovan yên navnetewî yekbûyî dikin û mafê jiyana sivîlan bê deng neminin. Em li van çiyanan û çolan ji bo ku em  jiyana xwe bidomînin, çi ji me dixwazin. Ev ax dibin serweriya Hikûmeta Iraqê ye, divê ku ew jî dengê xwe bilind bikin.”
 
Dayikan bertekên xwe nîşan dan û bendewariyên xwe ji saziyên Mafê mirovan kirin.  
 
Piştî axaftinan gel dirûşmeyên “Bimre îxanet” û “Bimre dagirkerî” berz kirin.
 
Her wiha hat diyar kirin ku li gel balafirên şer, balafirên keşfe jî digeriyan.