Li Kampa Serdemê park hat çêkirin
- 16:57 18 Tîrmeh 2019
- Rojane
Tolîn Muhemed
ŞEHBA - Li Kampa Serdemê parkek ji aliyê Şaredariya Şehbayê hat avakirin. Endama Rêveberiya Şaredeariya Kampa Serdemê Zehrîvan Husên li ser avakirina parkê ya li kampê axivî û wiha got: "Ji bo moral û hêviyên gel baştir bibe me pêwîstî bi avakirina parkê ya li kampê dît. Ji ber ku çiqas dilê me bi hêvî be misogeriya vegera Efrînê nêz dibe."
Şaredariya Kampa Serdemê parkek ji bo gelê ku di kampan de dijîn ava kir. Jinên kampê jî bûn alîkar û park ava kirin. Ji ber ku jin her dem bi xwezayê re mijûl dibe û dixwaze derdora wê were xemilandin. Endama rêveberiya Şaredariya Kampa Serdemê Zehrîvan Husên bi me re li ser projeya parkê axivî û wiha got: "Ev projeya vekirina parkê bi destê jinan hat avakirin. Ji ber ku jinên Efrînê bi xwezayê ve girêdayîn e. Ev 4 meh in amadekariya vê pirojeyê tê kirin."
‘Projeya parkê ji hêla jinan hat avakirin’
Zehrîvan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê di avakirina parkê de û wiha domand: "Taybetmendiya jinan ew e ji xwezayê hez dikin , ev yek jî li kampê hat xuyakirin. Ev park bi keda jina Efrînî hat avakirin. Di parkê de hemû cureyên dar, kulîlkan hatin çandin."
‘Çiqas dilê me bi hêvî be misogeriya vegera Efrînê nêz dibe’
Di dawiya axaftina xwe de Zehrîvan diyar kir ku ev park ji bo gelê ku di kampa serdem de dimînin hat avakirin û got: "Ji bo moral û hêviyên gel bilind bibe, zarokên kampê di parkê de bileyzin. Ji bo ku nefesek xweş û paqij bikşînin. Em jin her dem derdora xwe bi xwezayê dixemilînin. Çiqas dilê me bi hêvî be misogeriya vegera Efrînê nêz dibe."