'Dermanê têkçûyina dagirkeriyê berxwedan û serîhildan e'

  • 14:21 18 Tîrmeh 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Îro bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha gefên wê yê li ser  bajarê  Serêkaniyê û Girê Spî, Gelê Til Temir, Zirgan û Serêkaniyê meşeke girseyî li dar xistin. 
 
Di vê dema dawî de Dewleta Tirk gefan li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybet li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî dixwe. Gelê Navçeya Til Temir, Zirgan û Serêkaniyê li Serêkaniyê  ya Kantona Hesekê meşeke girseyî li dar xistin.
 
Meşa ku ji Meclisa bajarê Serêkaniyê dest pê kir li Qada bazarê veguherî mitîngê. Di meşê de dirûşmên "Na ji dagirkeriya Erdogan re, Êrîşên li ser Herêmên Parastina Mediya Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî ye, Berxwedana gelê şoreşger dê bi ser bikeve", berz kirin.
 
Di meşê de alên Kongreya Star, SMŞ, HPC-JIN û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan hatin bilindkirin. Di meşê de dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re", "Hember dagirkeriyê em serî hildidin" hatin berzkirin.
 
Piştî ku meş li Qada bazarê veguherî mitîngê û deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pekrewanên azadiyê, Hevserokê Şaredariyê Luqman Îsa axivî. Luqman di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gelê şoreşger û wiha got: "Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî teslîmîyet nepejirandiye her tim riya berxwedan û têkoşînê hiêbijartiye. Erdogan û hevkarên wî ji destkeftiyên ku di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de hatiye bidestxistin bi hêrs e. Lewra her êrîş dike dev diavêje her herêmeke ku Kurd lê dijî."
 
Luqman bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Divê ji zarokên 7 salî heya kalê 70 salî serî hildin û destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin. Îro roja serîhildanê ye. Dermanê têkçûyina dagirkeran berxwedan e."
 
Meş bi dirûşma "Na ji dagirkeriya dewleta Tirk re" bi dawî bû.