Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 14:19 18 Tîrmeh 2019
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtin bikin carek din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol Erol, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn. Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê hezîranê, 8 caran serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayê dayîn.