Rojnameger Kîbriye Evren nehat tehliyekirin

  • 13:23 18 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Rojnameger Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye îro danişîna biryargitinê ya dozê hat dîtin. Di danîşîna îro de Kîbriye nehat tehliyekirin. 
 
Rojnameger Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin.  Îro danişîna biryargirtinê ya doza Kîbriyeyê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê pêk hat. Kîbriye dîsa nehat tehliyekirin. 
 
Ji ber ku Kîbriye di greva birçîbûnê de bû beşdarî 5'emîn rûniştinê nebûbû û xwe neparastibû. Dozger beyana şahidên veşartî pêşkeş kiribû û bi hinceta Kîbriye di nav xebatên TJA'yê de cih girtiye û bi îdîaya "Endama rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" heta 5 sal ceza ji bo Kîbriye dixwaze. Doz teloqê 24'ê îlonê hat kirin.