Li Amedê qeza: 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn

  • 12:28 18 Tîrmeh 2019
  • Rojane
AMED - Li Amedê di qezaya trafîkê de ku pêk hat 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
 
Li Amedê li ser rêya bejahî ya Rihayê li Duryana Kantarê di encama lihevketina du wesayitan de qezaya trafîkê pêk hat. Di encama qezayê 2 jê zarok bi giştî 5 kesên di wesayitan de birîndar bûn.
 
Birîndar, bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê ya Perwerde û Lêkilînê.