Zarokên Kobanê Şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn
- 09:57 18 Tîrmeh 2019
- Rojane
KOBANÊ - Bi munasebeta 4'emîn salvegera bîranîna şehîdên Pirsûsê, bi dirûşma "Şehîdên Pirsûsê namirin, xeyalên wan wê nîvco nemînin" Bi dehan zarokên Kobanê û Malbatên Şehîdan li parka Şehîdên Pirsûsê ya Kantona Kobanê bi merasimekê Şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn.
Endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji zarokên Kobanê re ku di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bûn pêlîstokan bibin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çûn Pirsûs a Rihayê. Ji bo derkevin rê li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê daxuyanî hat dayîn. Lê di êrîşa bombeya zindî ya ji aliyê DAIŞ’ê pêk hat 33 kesî jiyana xwe ji dest dan. Berpirsên komkujiyê tevî evqas dem derbas bû jî hîna ceza negirtine. Di 4’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de, bi dirûşma "Şehîdên Pirsûsê namirin, xeyalên wan wê nîvco nemînin" Bi dehan zarokên Kobanê û Malbatên Şehîdan li parka Şehîdên Pirsûsê ya Kantona Kobanê bi merasimekê Şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn. Di çarçoveya salvegera komkujiyê ya 4'emîn de bi dehan ji zarokên Kobanê û Malbatên Şehîdan li Çand û Hunera Baqî Xido ya Kobanê li parqa şehîdên Komkujiya Pirsûsê kom bûn û bi merasimekê Şehîdên Pîrsûsê bi bîr anîn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê koma stranan ya Şehîd Arîn û koma li her derê stranên hunerî, Koma şano ya Şehîd Mistefa lîstika xwe pêşkeş kir.
Herî dawî merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.