Ji rêxistinên ciwanan ji bo 20’ê Tîrmehê bang: Em tu car dest jê bernadin

  • 09:09 18 Tîrmeh 2019
  • Rojane
ENQERE - Di 4’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de wê rêxistinên ciwanan 33 rêwiyên xeyalan bi bîr bîne. Jinan ji bo bîranîna wê li Kolana Sakarya ya Enqereyê pêk bê bang kirin û wiha gotin: “Ji bo Pirsûs bê bibîranîn, ji bo neyê jibîrkirin em ê li kolanan bin. Em kesên ku şekirên şewitî ji bîr nakin carek din dawetî kolanan dikin. Em tu car dest ji têkoşînê bernadin.”
 
Endamên Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo ji zarokên Kobanê re ku di bin êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de bûn pêlîstokan bibin, di 20’ê Tîrmeha 2015’an de çûn Pirsûs a Rihayê. Ji bo derkevin rê li ber Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê daxuyanî hat dayîn. Lê di êrîşa bombeya zindî ya ji aliyê DAIŞ’ê  pêk hat 33 kesî jiyana xwe ji dest dan. Berpirsên komkujiyê tevî evqas dem derbas bû jî hîna ceza negirtine. Di 4’emîn salvegera komkujiya Pirsûsê de, rêxistinên ciwanan yên li Enqereyê wê di 20’ê Tîrmehê de bên cem hev û wê 33 rêwiyên xeyalan bi bîr bînin.
 
‘Komkujî ji ber polîtîkayên AKP’ê pêk hat’
 
Endama Civaka Fikrên Marksîst Demek Koçek, diyar kir ku komkujiya li Pirsûsê bi taybet êrîşeke li hember kevneşopiya şoreşa Tirkiyeyê pêk hatiye û got agahiya dewletê ji komkujiyê hebûye. Demetê ev tişt vegot: “Me di dosya Pirsûsê ya 10’ê cotmehê de dît ku bombevan bi rehetî hatin. Ev di mobesayan de hat dîtin. Hevalên me li Pirsûsê bi dehan carî hatin lêgerînkirin, ji wesayîtan hatin derxistin û alavên wan hatin kontrolkirin. Lê bombevan bi rehetî hatin qadê û bombe teqandin. Ev jî nîşan dide ku her tişt di bin agahiya dewletê de pêk hatiye. Yek ji êrîşkarên daweta li Dîlokê derdikeve aşkera tehdîd dike. Berdana van kujeran ji xwe digot ku wê berdewama komkujiyan bê.”
 
Demekê her wiha daxuyakirin ku ew her sal kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û wiha got: “20’ê Tîrmehê tenê roja bibîranînê ye. Ne roja şînê ye, roja êrîşa li hember kevneşopiya şoreşgeriyê ya Tirkiyeyê ye. Em îsal jî di 20’ê Tîrmehê de wê saet di 19.00’an de li Cadeya Sakaryayê bên cem hev û daxuyaniyê bidin. Beriya vê me belavok belav kirin. Em her kesî vexwendiyê bibîranînê dikin.”
 
‘Wê dest bidana şoreşa jinan a Rojava’
 
Endama Koordînasyona Jinên Ciwan yên Azad (OGK) Neslîhan Duran jî wiha got: “Ji her çar alî Tirkiyeyê hevalên me ji bo biçin Kobanê hatin Pirsûsê. Şekirên di bêrîka wan de, pêlîstokên di turîkê wan de bê bidana zarokan. Yekane daxwaza wan ev bû ji bo zarokan re pêlîstokan bibin. Wek gotin Ezgiyê gotiye wê dest bidana şoreşa jinan a li Rojava. Doza Pirûsê bi 15 gumanbaran dest pê kir lê bi 3 kesî didome. Lê em tu car dest ji têkoşînê bernadin. Em bang li hemû kesên ku şekirên şewitîne ji bîr nekirine, bê tevlî bîranînê bibin.”
 
‘Ji şoreşên nû ditirsin’
 
Ji Kovara Anarşîst Karalama Zeynep Tan jî destnîşan kir ku dibe dewletê dest dirêjî kesên li Rojava şer dikin, nekiribe lê kesên li vir şoreş hîs kirin, qetil kirin û wiha got: “Dewlet ji hêviyên ciwanan tirsiya. Ji afirandina cîhaneke nû ditirsin. Li Rojava jin û mêran têkoşîn dan û şoreş pêk anîn. Ev hemû, dewletê ji bo xwe wekî tehdîd dît. Em tu car dest ji lêgerîna edaletê bernadin û têkoşîn wê bê navber bimeşe.”
 
Endama Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Sevgî Topal jî bi lêv kir ku dewlet hîna jî çeteyên DAIŞ’ê diparêze û ji bo çalakiya li Kolana Sakaryayê bang kir. Sevgîyê got hemû kesên ku têkoşîna edaletê dipên, bila ligel wan cih bigirin.