‘Tevî ez rastî şîdetê hatim, der barê min de biryara dûrxistinê hat dayîn’
- 09:04 18 Tîrmeh 2019
- Rojane
MERSÎN - Y.C., diyar kir ku tevî ji aliyê malbata xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hatiye, bi îdiaya ku wê şîdet li malbata xwe kiriye, biryara ji malê dûrxistinê ji bo wê hatiye dayîn û got: “Malbata min bi zorê beramberê pere dixwaze min bizewicîne. Dema ez li dijî vê derketim, biryara dûrxistina ji malê hat dayîn.”
Y. C. diyar kir ku ji aliyê malbata xwe ve rastî şîdeta sîstematîk hatiye û tevî vê bi îdiaya wê şîdet li malbatê kiriye biryara dûrxistina ji malê hatiye dayîn û got: “Xwestin bi zor min bizewicînin. Ez li dijî vê derketim. Ji ber vê îdia kirin ku ez şîdetê li wan dikim û mehek biryara dûrxistina malê hat dayîn.”
Y. bi lêv kir ku piştî wefata bavê wê hewl dane wê bizewicînin û ev îdia anî ziman: “Dayika min bi kesekî din re zewicî. Vî kesî her tim got ‘em vê bizewicînin em jê xilas bin’. Mêrên ku dixwestin min pê re bizewicînin jî dianîn malê û hewl didan min pê bidin naskirin. Digotin ev mêr jî li derveyê welat dijîn û qezenca wan pir zêde ye. Malbatê digot ‘qebûl bike’. Ji bo xwişka min, min bide qebûlkirin, pere danê. Xwişka min wesayît ji xwe re girt. Pereyê wê tune bû. Xwişka min û hevjînê xwe hatin mala me. Hewl dan min îqna bikin. Ez li dijî vê derketim û xwişka min li min xist. Zavayê me jî tevlî nîqaşê bû. Ez ji aliyê wan ve rastî şîdetê hatim. Gelek cihên bedena min reş bûn. Ez li hevalê xwe yê mêr geriyan. Min got agahî bide polîs bila bên min xilas bikin. Çawa bihistin em ê li polîs bigerin, malbata min geriya. Em çûn îfadê. Tevî ez rastî şîdetê hatim jî bi îdiaya min şîdet li wan kiriye mehek cezayê ji malê dûrxistinê dan.”
Ji bo jinan bang
Y. destnîşan kir ku piştî biryara ji malê dûrxistinê şûnde neçar maye li mala hevalê xwe bimîne û got bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdeta li wê hatiye kirin, piştgiriyê bidin wê.