'Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê jiyan zindî bû'
- 09:02 18 Tîrmeh 2019
- Rojane
Dicle Demhat-Berçem Cûdî
KOBANÊ - Jinên Herêma Kobanê bi munasebeta 7'emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê gotin: "Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di jiyana gel de guhertinên mezin çêkir. Gel piştî desthilatdarî û zordariya Rêjîma BAAS'ê ev heft sal in bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê azadî hembêz kirin."
Li Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd bi armanca rizgarkirina xaka xwe û avakirina pergaleke demokratîk cihê xwe di serhildanê de girtin. Kal, jin, ciwan û zarokên Rojavayê Kurdistanê bi vîn û baweriyeke mezin ku wê şoreşa wan bi xwe re civakeke azad û sîstemeke xweser bîne weke gilogek ji agir li hemberî Rêjîma BAAS'ê tekoşîneke mezin dan meşandin.
'19'ê Tîrmihê serkeftina Gelê kurd û modela hevjiyana azad afirand'
Di destpêkê de li Kobanê gel û saziyên ku hatin bi rêxistinkirin di şeva 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest danîn ser saziyên dewletê û di 19'ê Tîrmihê de Kobanê ji Rêjîma BAAS'ê paqij bû. Rizgariya Kobanê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de weke roja serkeftina Gelê Kurd hat îlankirin. Piştî wê bi du rojan di 21'ê Tîrmihê de Gelê Efrînê û saziyên Rêjîma BAAS'ê ji axa xwe derxistin.
Di 19,20,21,22 û 23'ê Tîrmihê de Herêmên Rojavayê Kurdistanê Kobanê, Efrîn û Cizîr ji destên Rêjîma BAAS'ê hatin rizgarkirin. Bi vî awayî li Rojavayê Kurdistanê şoreşa hişmendî, hêvî, bawerî û çandî bi ser ket û şaxên xwe berda tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Sedsala 21'emîn bû modela hevjiyana azad û demokratîk. Têkildarî mijarê jinên Kobanê yên ku cihê xwe di serhildanê de girtin bûyerên ku jiyane şîrove kirin.
'Çirûska yekemîn a şoreşê bi raperîna Qamişloyê dest pê kir'
Şemsê Mihemed a ji taxa Kaniya Kurda ne qala hêrsa Gelê Kobanê a li dijî êrîşa Rêjîma BAAS'ê ya di 12'ê Adara 2004'an de dema li stadyoma Qamişlo êrîşî ciwanên Kurd hat kir û wiha dibêje "Cara yekem Gelê Kobanê di 12'ê Adara 2004'an de li dijî faşîzma Rêjîma BAAS'ê serî rakirin. Dema lîstoka goga ya piyan li Qamişloyê hat li darxistin, rejîmê ciwanên neteweya Ereb bi rêxistin kiribûn ku êrîşî ciwanên Kurd bikin. Piştre li hemû deverên Rojavayê Kurdistanê Gelê Kurd rabû ser piyan."
'Rêjîma BAAS'ê her ji hêrsa Kobanê bi tirs bû'
Şemseyê wiha domand: "Dema ku Gelê Kobanê bûyera Qamişloyê bihîstin, bi hêrseke mezin êrîşî saziyên rêjîmê kirin. Ez bi xwe di wê êrîşê de hebûm, tê bîra min ku gel dîwarên saziya rêveberê herêmê hilweşandin û ketin hundur. Çend ciwanan êrîşî bîroya wan kirin. Bi vî rengî hemû sazî hate şewitandin. Paşê gel berê xwe dan noqteya polîsan û li wir şer rûda û sê ciwan birîndar bûn. Wê raperînê çavên Rêjîmê tirsand û tirseke mezin xist di dilê wan de."
'19'ê Tîrmihê vejîna azadiyê ye'
Şemsa Mihmed herî dawî kêfxweşiya xwe ji bo aramiya li herêmê anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî salên dirêj ji zordarî û faşîzma Rêjîma BAAS'ê, em bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê rizgar bûn. Dewletê jiyana me bi zext dimeşand, zarokên me bi zorê dibirin xizmeta leşkerî. Li ser zimanê me yê dayikê qedexe hatibû danîn. Lê niha em dikarin gelek rehet bi zimanê xwe bixavin û jiyana xwe bi aramî bijîn."
'Em di şoreşa xwe de bi israr bûn'
Her wiha jina bi navê Helîma Baqî rewşa berî û piştî şoreşê nirxand û wiha got: "Beriya ku Rêjîm ji herêmên me derbikevin, me xebatên xwe bi awayekî veşartî didan meşandin. Civîn, perspektîf, kovar û biroşur belav dikir hemû dihatin birêxistinkirin . Lê gelek caran ji ber ajanan em rastî işkenceyê dihatin. Di bin sêwana Rêjîma BAAS'ê de jiyan gelek zehmet bû. Ji aliyê çand, ziman, leşkerî û siyasî ve gelek zext û qedexe li ser me danîbûn. Ji bo vê jî di serhildanê de em bi israreke xurt daketin qadan, da ku em bajarê xwe ji destê faşîstan rizgar bikin û serxwebûna xwe bijîn. Niha jî em di bin sîwana pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dijîn, xebatên xwe dimeşînin û tu kes zextê li me nake."
'Israra serkeftinê me ji Felsefeya Rêber Apo girtiye'
Xanim Hibo balê dikşîne ser felsefeya rêxistinê û wiha got: "Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê li hember zextên Rêjîmê rû bi rû bûn. Lê ji ber ku vî gelî tovên azadiyê ji felsefeya Rêber Apo girtine, tucarî li hember koletiyê serî natewînin. Ji ber vê her tim dayik, ciwan, zarok û mêr jî rastî tehdîd û girtinê dihatin."
'Di 19'ê Tîrmihê de me govenda azadiyê gerand'
Xanimê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di roja 19'ê Tîrmihê de gel bi girseyî daketin qadan. Dayikan govendên azadiyê gerandin û dengê tilîliyên me serkeftin himbêz kir. Kobanê hemû hat xemilandin. Şoreşa jinê gelek guhertinên bingehîn di zihniyeta civakê de çêkir, jin bi rengekî çalak rola xwe di tevahî sazî û rêxistinan de dileyize û bû xwediya hebûn û nasnameya azad. Bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê jiyan zindî bû."